Li Şehbayê 8 çeteyên Tirk hatin kuştin

Di navbera çeteyên artêşa Tirk a dagiker ku êrîşî Şehbayê kirin û şervanên Ceyş El Siwar de şer derket.

Çeteyên artêşa Tirk ên li bajarokê Marî û gundên Tiwîs û Til Malîdê bi cih bûne, duh êvarê êrîşî Bendava Şehbayê, gundên Hisiyê, Simoqe, Til Medîq û Qolsirûcê kirin. Çeteyan di vê êrîşê de çekên giran bi kar anîn. Şervanên Ceyş El Siwar (Artêşa Şoreşgeran) jî bi tundî bersiv dan çeteyan.

Şerê li vê derê heta ber destê sibehê saet 04:00 dewam kir û di dawiyê de êrîşa çeteyan hate şikandin. Di şer de 8 çete hatin kuştin.