Li Dersimê ji bo bîranîna mezin banga tevlîbûnê
Ji bo kadroyên pêşeng Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn di 17'ê Gulanê de wê li Dersimê bîranîneke mezin bê lidarxistin û banga tevlîbûnê hate kirin.
Ji bo kadroyên pêşeng Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn di 17'ê Gulanê de wê li Dersimê bîranîneke mezin bê lidarxistin û banga tevlîbûnê hate kirin.
Ji dema ragihandina şehadeta Kaytan û Altûn û vir ve li gelek bajaran merasîmên bîranînê têne lidarxistin. Di 17'ê Gulanê de wê li Dersimê merasîmeke bîranînê ya mezin pêk were.
Merasîm wê saet di 13:00 de li Qada Seyîd Riza pêk were. Hevseroka Dersimê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Selvî Gungormuş banga tevlîbûnê kir.
Siyasetmedarê ji DBP'ê Mehmet Zirig jî anî ziman ku Kaytan û Altûn sembola têkoşîna avakirina civaka demokratîk û aştiyê ne û banga tevlîbûna li bîranînê kir.