Koç: Li dijî Eûtelsatê bila her kes dakeve qadan
Kurdên li Ewropayê, li dijî biryara Eûtelsastê li ser piyan e. Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç bang li her kesî kir, ku bi vê armancê çalakiyan lidar bixin.
Kurdên li Ewropayê, li dijî biryara Eûtelsastê li ser piyan e. Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç bang li her kesî kir, ku bi vê armancê çalakiyan lidar bixin.
Kampanya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), ku li dijî hewldana Eûtelsastê ya ji bo rawestandina weşana televîzyonên Kurd hate destpêkirin, dewam dike. Hevserokê KCDK-E Koç got, "Li dijî Eûtelsatê divê her kes bikeve nava liv û tevgerê. Ancax bi vî rengî em dikarin pêşî li vê biryara neheq bigirin."
Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç der barê kampanyayê de agahî da ANF'ê û destnîşan kir, her mirovê xwedî wijdan û exlaq, vê biryara Eûtelsatê qebûl nake. Koç got, "Kampanya me wê li ser 3 hîman be: kampanya îmzeyan, hewldanên dîplomatîk û çalakiyên civakî."
'EÛTELSAT HEVKARIYÊ BI AKP A KU ZÎHNIYETA DAIŞ'Ê PÊ RE HEYE, DIKE'
Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç diyar kir, li dijî gelê Kurd polîtîkayeke qirkirinê tê meşandin û got, "Bi taybetî bloka faşîst a AKP-MHP li dijî gelê Kurd qirkirinê dimeşîne. Piştî referandûmê AKP'ê êrîşî Şengal û Rojava kir û bi vî awayî hewl da li ser dijminatiya li Kurdan siyasetê bike. Ji ber ku ev bi ser nexist, êrîşî çapemeniya Kurd kir. Ji ber ku ya van êrîşên qirêj deşîfre dike, çapemeniya Kurd e. Van jî têkiliyên xwe yên berjewendiyên qirêj ên bi şîrketa Fransayê Eûtelsatê bi kar anîn û hewl didin çapemeniya azad a Kurd bigirin. Eûtelsat bi bicihanîna fermana AKP a xwedî zîhniyeta DAIŞ'ê re, xizmetê ji vê re dike. Armanca êrîşên AKP'ê li dijî Rojava, parastina DAIŞ'ê li Reqayê ye, ku tengav bûye. Ji ber ku tinebûna DAIŞ'ê tê wateya nebûna Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn."
Koç destnîşan kir, çapemeniya azad dengê Kurd, Elewî, Laz, Çerkez, Ermenî, Asûrî-Suryanî û hemû hindikayiyên li Tirkiyeyê ne û got, "Stêrk, News Channel dengê hemû bindestan e. Lewma dixwazin wê bigirin. Wekî din, Ronahî TV dengê Rojava ye. Girtina van qenalên televîzyonê ji aliyê Eûtelsatê ve bi fermana Erdogan, ji aliyê ti mirovekî xwedî wijdan û exlaqî nayê qebûlkirin."
Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç anî ziman, ku wan li dijî vê biryarê dest bi kampanyayê kirine û ev agahî da: "Em vê kampanyayê li ser 3 hîman dimeşînin. Ya yekemîn, kampanya îmzeyan e. Îmze li malpereke ku me bi vê armancê vekirine, tê. Ev îmze di heman demê de diçin ji navenda Eûtelsatê re. Ev du roj in dewam dike. Heta niha bi qasî 2 hezar îmze hatin komkirin. Ev hejmar ne xerab e, lê têrê nake. Ji ber vê yekê divê hemû rêveber û xebatkarên me îmze bikin û ji bo her kes îmze bike, bixebitin.
Ya duyemîn; li hemû welatên navendên me lê ne, ev 3 roj in serdan li saziyên çapemeniyê, sendîka û partiyên siyasî tên kirin û dosya radestî wan tên kirin. Armanc ji vê yekê ew e ku Eûtelsat biryara xwe vekişîne.
Ya sêyemîn jî, tevî van hemûyan çalakiyên civakî ne. Niha li hemû cihên navendên me yên civaka demokratîk hene, çalakiyên girseyî tên lidarxistin. Çalakiyên me yên protestoyî bi giranî li 4 navendên Eûtelsat lê ye, tên lidarxistin. Li paytexta Fransa Parîsê, li Îtalya, bajarê Koln ê Elmanyayê û li Îngilîstanê li pêşiya avahiyên Eûtelsatê kon hatine vedan. Çalakiyke din a girseyî wê roja 9'ê Gulanê li ber avahiya Eûtelsatê ya li Parîsê bi beşdariya rewşenbîr, nivîskar û akademîsyenan pêk were. Di 13'ê Gulanê de wê li gelemperiya Ewropayê xwepêşandan werin lidarxistin. Tevî bajarên Berlîn, Dusseldorf, Hambûrg, Hannover, Stûttgart, Frankfûrt ên Elmanyayê wê li Belçîka, Hollanda, Swîsre, Awûstûrya, Fransa, Kanada û Japonyayê bên lidarxistin."
Koç anî ziman, tevî van hemûyan, bi rêya hesabên li medya civakî jî kampanya didome.