‘Malbata Barzaniyan dest li ser erd Asûrî-Sûryaniyan datîne’

Hate gotin xizmên Barzanî dest li ser erdên Asûrî-Sûryanî û Êzîdiyan danîne.

Wekîlê Partiya Lîberal Robert Hannah pirsnameyeke nivîskî da parlamentoyê û got li Başûrê Kurdistanê zext û zordariya li ser Asûrî-Sûryanî û Êzîdiyan zêde bûye û her wiha xizmên Barzanî dest li ser erd û milkên Asûriyan danîne.

Hannah rapora Konseya Dêran a Dinyayê de diyar bi bîr xist û  bal kişande ser tespîta ku kêmarên li Iraqê dijîn di serdema modern e herî pir wan derb xwarine. Diyar kir ku piştî hilweşandina Seddam Huseyîn wan gotiye ku wê rewşa kêmaran baş bibe lê beravajî vê ji hêla DAIŞ’ê ve qirkirin li ser wan hatiye pêkanîne.

Hannah diyar kir hikûmeta Iraqê û  Rêveberiya Kurd  a Herêmî zextên cuda li ser Asûrî û kêmarên din dikin û bal kişande ser wê ku ev zext di bi dokumantereke ku di Televizyona Dewletê ya Swêdê de hatiye rojevê.
Hannah diyar kir xizmên Barzanî li Nahlayê dest li ser erd û milkên Asûriyan û kêmarên din daniye û got:

‘’Raporên Rêxistina Efûyê ya Navnetewî jî nîşan dide ku rêveberên herêmê dest li ser erdên mezin danîne. Bi rengekî mafdar civakên kêmar bi wê metirsiyê ne ku Iraq û Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê wê wê erdê wan nedin wan.’’

Hannah ji Wallastromê pirs kir bê ka ji bo erdên Asûriyan li xwediyê wan were vegerandin û ji bo ku alîkariya didine pêşmerge û hikûmeta navendî li dijî kêmaran neyê bi kar anîn Swêd li çi difikire.

Tê payin ku Wallstrom 9’ê Gulanê pirsên Hannah bibersivîne.