PKK'ê bi banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo kongreya xwe ya 12'emîn li hev kom kir, di encamê de biryar da ku dawî li têkoşîna çekdarî bîne û işaret bi xeteke nû ya têkoşînê kir. Vê yekê hêviya ji bo aştiyê şîn kir. Serokwekîlê Meclîsê û Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ku ji bo avakirina aştiyê bi salan hewl da, bêyî ku vê rojê bibîne jiyana xwe ji dest da. Yek ji hevalên Sirri Sureyya Onder Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Kedê Levent Tuzel ji ANF'ê re axivî.
Tuzel destnîşan kir ku divê civak xwedî li hewldana Sirri ya vê pêvajoyê derkeve û aştiyê ji xwe re bike esas.
Tuzel anî ziman ku Sirri Sureyya Onder li gel kesayetiya xwe ya hunermend û şroeşgerî ji sala 2011'an û pê ve bi nasnameya xwe ya siyasî têkoşîna aştiyê xurt kir.
Tuzel diyar kir ku di pêvajoya nexweşxaneyê ya Sirri ya 18 rojan de helwesta gel nîşan da ku di şexsê wî de civak daxwaza aştiyê dike û got, vegera vê bendewarî û daxwazê nîne.
Tuzel got, ev windahiya zû berpirsyariyê dide her kesî û anî ziman ku ji lihevkirinên navbera dewletê û tevgera Kurd wêdetir divê civak xwedî li aştiyê derkeve.
Tuzel got, "Ji bo aştiyeke bi rûmet a vî welatî berpirsyariya me hemûyan heye" û bi vî rengî dewam kir, "Dawiya dawî yên ku wî bidin jiyîn karker, ciwanên li zanîngehan, karkerên li dezgehan, jinên li malê têkoşîna jiyanê dimeşînin. Lewma aştî divê weke hêzekê di destê gel de dewam bike. Sirri emaneta aştiyê da me hemûyan. Wezîfeya me hemûyan e ku em vê emanetê bigihînin encamê û têkoşînê dewam bikin."