Çar siyasetmedarên ku di KCD'ê de dixebitîn hatin berdan
Seydî Alî Firat, Halîs Bîlen, Edîp Yaşar û Cafer Kan ku di nava KCD’ê de dixebitîn û hatibûn girtin, hatin berdan.
Seydî Alî Firat, Halîs Bîlen, Edîp Yaşar û Cafer Kan ku di nava KCD’ê de dixebitîn û hatibûn girtin, hatin berdan.
Ji ber ku di Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de xebatên siyasî dikirin alîkarê Hevserokê Giştî yê DBP’ê û Endamê Koma Aştiyê Seydî Firat, Ramazan Ozbek û Halîs Bîlen 28’ê Kanûna 2016’an bi hinceta 'avakirina rêxistinê û rêvebirina wê' hatibûn girtin û ji 15 salan ta bi 22,5 salan dihatin xwestin bên cezakirin. Darizandina dozê dest pê kir.
Doz li Dadgeha Cezayê Giran ê 8’an hate dîtin. Firat, Bîlen bi SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bûn lê Ramazan Ozbek got ew bi SEGBÎS’ê îfadeyê nade û tevlî rûniştinê nebû. Di rûniştinê de Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Serokwekîla Hevseroka Giştî ya DBP’ê Gulcîhan Şîmşek û Alîkarên Hevserokên DBP’ê Mehmet Aslan, Mehmet Salih Yildiz, rêveberên HDP’ê jî hazir bûn.
Piştî parastinê şandeya dadgehê bi şertê ‘kontrola edlî’ Seydî Firat û Halîs Bîlen berda. Li ser Ramazan Ozbek jî, bi îdîaya ku îfadeya wî nehatiye standin û guman heye ku bireve biryar hate standin ku rewşa girtîbûna wî bidome.
Di çarçoweya lêpirsîna KCD'ê de Hevserokê HDP’ê yê Amedê Cabbar Leygara, Endamê Seroktiya KCD’ê yê berê Edîp Yaşar û Endamê Meclîsa Domdar a KCD’ê Cafer Kan bi hinceta ku ‘rêxistin ava kirine û rê ve birin’ dihatin darizandin. Di rûniştina duyemîn a Dadgeha Cezayê Giran a Amedê de Edîp Yaşar û Cafer Kan bi şertê ‘kontrola edlî’ hatin berdan.