Li Parîs û Hannoverê çalakiyên protestoyî
Hewldanên girtina qenalên televîzyonên Kurd li Parîsê û Qirkirina Dersîmê jî li Hannoverê hatin şermezarkirin.
Hewldanên girtina qenalên televîzyonên Kurd li Parîsê û Qirkirina Dersîmê jî li Hannoverê hatin şermezarkirin.
Bi sedan Kurdistaniyên li banliyoya Vîllîers Le Bel a li paytexta Fransa Parîsê li hev civiyan, têkiliya qirêj a Eûtelsatê bi dewleta Tirk re şermezar kirin.
Kurdistanî li ber Navenda Çanda Demokratîk a Kurd li hev kom bûn û bi qîrîna dirûşmên "Kujer Erdogan, piştevanê wî Eûtelsat", "Terorîst DAIŞ, piştevanê wî Eûtelsat" heta ber Gara Vîllîers Le Bel meşiyan.
Endamê Desteya Dîwanê ya KCDK-E Mûrat Ceylan li vir axivî û got, "Em, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Serok Apo, êrîşên TC ên li dijî Şengal û Rojava û hewldana Eûtelsatê ya ji bo birîna dengê gelê Kurd bi hêrseke mezin şermezar dikin. Xurtbûn û mezinbûna têkoşîna azadiyê ya Kurdan, hêzên mêtînger û hêzên noker ên mîna PDK'ê aciz dike. Di demeke bi vî rengî de, hewldana sansurê ya şîrketa Eûtelsatê tê wê wateyê, ku êrîşên li dijî destketiyên gelê Kurd wê di dema pêş de jî dewam bikin.
Ev helwesta Eûtelsatê xizmetê ji dewleta Tirk a faşîst û DAIŞ'ê re dike.
Weke Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, em ê hevkariya Eûtelsatê ya bi dewleta Tirk a faşîst re her roj li qadan bi çalakiyan teşhîr bikin."
HANNOVER
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, bi wesîleya salvegera Qirkirina Dersîmê çalakiyek hate lidarxistin. DÎDF, NAV-DEM, AABF, ATÎK û gelek saziyên din beşdarî çalakiyê bûn.
Li pêşiya Stasyona Trenê ya Hannoverê kon hate vedan û li dora vî konî mîtîng hate lidarxistin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, li ser navê NAV-DEM'ê Tahîr Koçer axivî ûa nî ziman, zîhniyeta ku Qikirina Ermeniyan, Qirkirina Dersîmê kir, niha ji aliyê AKP'ê ve tê temsîlkirin." Koçer got, "Beriya niha êrîşî Ermeniyan kirin, piştre êrîşî Elewiyan û îro jî êrîşî Kurdan dikin."
Li dora konê hate vedan, pankartên li ser Qirkirina Dersîmê hatin vekirin û gelek belavok hatin belavkirin.