Xeze tevahiya şevê hate bombekirin: Herî kêm 50 kesên din hatin qetilkirin
Rêxistina Parastina Sivîl a Şerîda Xezeyê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê de yên ji nîvê şevê û vir ve têne kirin, herî kêm 50 kes hatin kuştin.
Rêxistina Parastina Sivîl a Şerîda Xezeyê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê de yên ji nîvê şevê û vir ve têne kirin, herî kêm 50 kes hatin kuştin.
Rêxistina Parastina Sivîl a Şerîda Xezeyê roja Înê daxuyaniyek da û diyar kir ku li bakurê Şerîda Xezeyê ku di bin dorpêça Îsraîlê de ye, di encama bombardûmanê de 50 kes hatin kuştin.
Serokê saziya alîkariya lezgîn Mûhammed El Mugayir ji Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) re axivî û got, "Îsraîl ji nîvê şevê û vir ve bombeyan li malan dibarîne. Hejmara qurbaniyên van êrişan gihîşt 50 kesî." Her wiha ragihand ku li binê xirbeyên avahiyên hilweşiyayî jî karê lêgerînê dewam dike.
Doktorekî li nexweşxaneya Endonezyayê ya li Beyt Lahyayê jî bi şertê ku navê wî neyê eşkerekirin ji AFP'ê re axivî û diyar kir ku 30 cesed gihîştin nexweşxaneyê.
Cîgirê midûrê nexweşxaneya El Awda ya li Cibaliyeyê Mûhammed Salih ji AFP'ê re axivî û diyar kir ku 5 cesed rakirine nexweşxaneyê û piştî êrîşê zêdeyî 75 kes birîndar bûn.
Şêniyên Beyt Layayê diyar kirin ku êrîş ji hewayî, bi topan û droneyan hate kirin û pêleke mezin a koçê ya sivîlan destpê kir.
Piştî ku Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû daxuyanî da ku Xezeyê fetih bike û bi hêzeke tam êrîş bike, rojên dawî êrîşên li ser Xezeyê zêde bûn.
Roja Pêncşemê di êrîşên Îsraîlê de herî kêm 103 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, roja Çarşemê jî hatibû ragihandin ku herî kêm 80 kes hatin kuştin.