Şervanên BOG'ê li Enqereyê hatin bibîranîn

Li Enqereyê ji bo 4 şervanên Hêzên Azadiyê ya Yekbûyî (BOG) ên ku di şerê li herêma Dar Azza ya Sûriyeyê de ku bi çeteyên DAIŞ’ê re qewimî, jiyana xwe ji dest dabûn, merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Endamên Partiya Şoreşger ku li Parqa Tek Mezar a Tûzlûçayira Enqereyê li hev civîyan û ji bo şervanên Hêzên Azadiyê ya Yekbûyî Ozge Bali, Asiye Ozlahlan, Cenk Kîlagoz û Yûsûfbaş Akay ên ku di şerê li herêma Dar Azza ya Sûriyeyê de ku bi çeteyên DAIŞ’ê re qewimî, jiyana xwe ji dest dabûn, merasîma bîranînê hat lidarxistin. Li qada ku merasîma bîranînê pêk were pankarta 'Ozge Balî, Asiye Ozlahlan, Cenk Kîlagoz û Yûsûfbaş Akay bê mirinin' hat vekirin û komê bê navber dirûşmeyên 'Hezar silav ji yên li Rojava şerdene û şer dikin re' û 'Sonda me No pasaran, hêzên azadiyê çeka me ne' qîr kirin. Piştî dirûşmeyan komê daxûyaniyek da. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin.


"Wan heta dawiya guleya xwe şer kirin. Wan ji bo rizgarkirina gelan, kesên bê kar, jinan, ciwanan û ji bo hemû gelên ku tên cûdakirin şer kirin. Bila wisa nefirkirin ku ev merasîmekî ya şînê ye.Bila wisa nefikirin ku em di şînê de ne. Bila wisa nefikirin ku em xemgîn in. Em bi hêrs in. Di berxwedana me de şikestin nîne. Em bi hêrs in. Em li dijî kesên ku hevalên me şehîd xistine bi hêrs in.