Li Torîno û Bîelefeldê ji bo televîzyonên Kurdî çalakî

Biryara Eûtelsatê ya di derbarê qûtkirina weşanên televîzyonên Kurdî de hate protestokirin.

BÎELEFELD

Li bajarê Bîelefeld ê Elmanya û bajarê Torîno yê Îtalyayê biryara Eûtelsatê ya di debarê qûtkirina weşanên televîzyonên Kurdî de hate protestokirin.

Komekî Kurd ên li bajarê Bîelefeldê kom bûn, biryara Eûtelsatê ya tarîkirina weşanên Stêrk TV, News Channel û Ronahî TV protesto kirin.

Di çalakiya pankartên dewleta Tirk û Eûtelsat hate şermezarkirin de, gelek belavok hatin besavkirin.

TORÎNTO

Li bajarê Torînto yê Îtalyayê jî komek Kurd bi heman daxwazê hatin gel hev. Çalakgerên ku li Qada Castela ya navenda bajêr kom bûn, biryara Eûtelsatê şermezar kirin. Çalakgeran diyar kir ku heta mafê televîzyonên wan radestî wan bikin wê çalakiyên xwe bidomînin.