Sayyîgît: Bi navê aştiyê rûpelekî nû vebû

Parlamentera Wan ya DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bal kişand ser biryara dîrokî ya PKK'ê û destnîşan kir ku bi navê aştî û demokrasiyê êdî rûpeleke nû vebûye û demeke nû destpê kiriye.

GULCAN KAÇMAZ SAYYÎGÎT

Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk û Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku di çareseriya pirsgirêkeke sed salî ya Tirkiyeyê de ku 53 salên dawî birînên giran ên civakî afirand, rûpeleke nû vebûye.

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku kombûna kongreyê dîrokî ye û got, "Ev yek ne tenê biryareke fesixkirinê ye, ya rast pêvajoyeke avakirinê ya nû ye ku her kesî vedixwîne veguherîna demokratîk. Demek tê girtin. Demeke nû ya ji hêviyê vedibe. Ji bo her kesên li vê xakê dimînin deriyekî nû vebû. Hinceta ku bi salan li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd weke astengî dihate nîşandan êdî bi dawî bû. Divê muxatab û kesên pêwendîdar vê rewşê û firsendê ji dest nerevînin. Haya me ji berpirsyariya me ya di vê pêvajoya guherîn û veguherînê de heye. Em amade ne barê dikeve ser milê xwe bi xurtî pêk bînin.

Vê gavê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêya siyasetê derî vekiriye. Ev yek ji bo avakirina sedsala gelan firsendeke gelekî girîng e. Divê weke îrade û wêrekiya afirandina paşerojeke nû bê dîtin. Em êdî il ser zemîna siyaseta demokratîk bi berpirsyariya hiqûqa xwişk û biratiyê ya wekhev re rû bi rû ne. Ev pêvajo ji desthilatdariyê heta bi muxalefetê her kesî eleqedar dike. Her kesên li ser vê xakê ne divê parekê jê werbigire. Piştî dîroka bi êş a 53 salan ev gav qîrînek ji bo jiyana bi hev rve ye. Em dikevin demeke welê ku êdî ne bi çek, lê gotin diaxivin. Wezîfe û berpirsyariya me ye ku em komareke demokratîk a ji siyaset û hiqûqê bi hev re ava bikin. Berpirsyariya herî mezin jî dikeve ser milê Meclîsa Tirkiyeyê. Divê meclîs vê berpirsyariyê bi cih bîne."

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît anî ziman ku divê dewlet û desthilatdarî êdî karekî şênber bikin û got, "Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan hîn bi dawî nebûye. Beriya her tiştî divê şert û mercên jiyan û kar ên azad ên Birêz Ocalan hebin ku karibe vê pêvajoyê bimeşîne. Ji ber vê yekê divê ji aliyê fîzîkî ve tavilê azad bibe. Ji niha û pê ve berpirsyarî dikeve ser milê hemû qedemeyên dewletê. Divê haya her kesî ji berpirsyariyên xwe hebe. Divê gavên şênber bêne avêtin."