Li Kolnê bîranîna qurbaniyên Qirkirina Dersîmê

Qurbaniyên Qirkirina Dersîmê li bajarê Kolnê hatin bîranîn. Di bîranînê de hat ragihandin, zîhniyeta qetlîamker hê dewam dike û hat xwestin, qirkirin bê naskirin û Tirkiye were darizandin.

Bi wesîleya 80. salvegera Qirkirina Dersîmê, ku di navbera salên 1937-38'an de hate kirin, li ber Dêra Domê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê, çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin.

Çalakî ji aliyê Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) ve hate organîzekirin û wêneyên Seyîd Riza û mirovên di qirkirinê de jiyana xwe ji dest dan hatin hildan. Dowîzên bi zimanên Kurdî, Elmanî û Tirkî yên bi nivîsa "Komkujiya Dersîmê ji bîr neke", "Em hemû Dersîmî ne" hatin bilindkirin. Tevî Pîr Riza Yagmûr, nûnerên gelek saziyên Kurd, Elman û demokratîk lê amade bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di qirkirinê de jiyana xwe ji dest dane Pîr Riza Yagmûr axivî û got, "Di vê komkujiya beriya 80 salî de bi deh hezaran mirov hatin kuştin, bi sed hezaran hatin sirgûnkirin. Ev komkujî îro jî dewam dike. Dema ku li Dersîmê komkujî hate kirin, her kes li ser giriya. Çiya, deşt û newal, çem, xweza giriya! Lê şaristanî negiriya. Îro jî dor li bajarên me hatine girtin, li jêrzemînan pitik tên şewitandin. Şaristanî dîsa bêdeng e. Komkujiya roja îro bi zîhniyeta DAIŞ'ê tê kirin. Divê li Rojhilata Navîn mirov li dijî vê zîhniyetê têbikoşin. Cihê Elewiyan kêleka mezlûman e. Ji ber vê yekê divê heta deriyê heqîqetê têkoşîn bê dayîn."

'DIVÊ TIRKIYE BÊ DARIZANDIN'

Li ser navê FEDA'yê Selda Torûnoglû jî destnîşan kir, ku dîroka Tirkiyeyê dîroka komkujiyan e û got, "Ermenî, Kurd û hemû hindikayî hatin qetilkirin. Komkujiya Dersîmê tenê yek ji van e. Banga me li saziyên navneteweyî ew e, ku Qirkirina Dersîmê nas bikin û Tirkiyeyê mehkûm bikin."

Di merasîma bîranînê de nûnerên saziyan axivîn û xwestin, Tirkiye hesabê vê komkujiyê bide.

Piştî axaftinê gulbang hate xwendin û sema hate gerandin.