Dewleta Tirk a di çiravê de asê maye, li ber deriyan digere

Şandeya ku temsîla dewleta Tirk dike berê xwe da DYE’yê.

Rejîma AKP’ê ya ku di çiravê de asê mayî û tiştek bi ser nexistî ji bo geşedanên Sûriyê bi hêla xwe ve bizivîrîne li ber deriyê cîhanê digere û parsektiya siyasî dike.

Piştî ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan  têkildarî Sûriyê xwe avête ber lingê Rûsya û kir û nekir daxwaza xwe bi cih neanî, vê carê jî li ser navê xwe şandyek ku ji berdevkê wî Ibrahîm Kalin, Serokê MÎT’ê Hakan Fîdan û Serokê Artêşa Tirk Hulîs Akar pêk hatî şande DYE’yê.

Erdogan hefitiya duyemîn wê biçe DYE’ê. Erdogan berê hişkere kiribû ku ew ê li dijî Kurdan ji Trûmp parsektiya siyasî bike.

Tê gotin dewleta Tirk di gera dinyayê de, di ser dijminatiya bi Kurdan re wê destekê ji polîtîkayê xwe yên tekçûyî re bixwaze.