Êrîşên li girtiyan û Qirkirina Dersîmê hatin şermezarkirin

Binpêkirina mafên girtiyên siyasî yên li Tîpa T a Wanê û girtîgehên din û Qirkirina Dersîmê ji aliyê DBP'ê ve bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate şermezarkirin.

Hevserokê DBP'ê yê Bajêr Ahmet Aygun, Hevserokê HDP'ê yê Wanê Yakûp Ataş, Hevşaredara Artemêtanê ku qeyûm li şûnê hate bicihkirin Rojbîn Sevîl Çetîn, Nûrhaya Çelîk, xizmên girtî û hikumxwaran, Dayikên Aştiyê û rêveberên TUYAD-DER'ê ya hat girtin Çetîn Ûyar beşdarî civîna çapemeniyê bû.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna mirovên di Qirkirina Dersîmê de jiyana xwe ji dest dan, Hevserokê DBP'ê yê Bajêr Aygun axivî. Aygun got, "Li Tirkiyeyê desthilatdarî biguhere jî polîtîkaya li dijî Kurdan qet nehatiye guhertin. Her tim xwîn û rondikên çavan kirine para Kurdan. Komkujiya Dersîmê mezintirîn komkujiya dîroka Komarê ye. Em careke din mirovên di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin. Şiyara Seyîd Riza ku digot, 'Min serî li ber we netewand, bila ev bibe derd ji we re' şiyara me ye."

Aygun diyar kir, di roja îro de ev zilm û polîtîkayên zordariyê ne tenê li derve, li girtîgehan jî dewam dikin û kiryarên; îşkenceya 'girêka beraz' lêgerîna tazî, şîdeta gardiyanan li jinên diçin serdana girtiyan, astengkirina hevdîtinan û axaftina bi telefonê bibîr xist.

Aygun anî ziman, girtiyên siyasî li dijî zext û zordariya giran ketin greva birçîbûnê, lê belê ketin ber lêpirsînê û sirgûnî girtîgehên din hatin kirin.

HIŞYARÎ DA AKP'Ê, BANG LI RAYA GIŞTÎ KIR

Di dewama axaftina xwe de Aygun hikumeta AKP'ê hişyar kir û got, "Ev hemû nîşan dide ku zîhniyeta AKP'ê dixwaze vîna gelê me bişikîne û hêza rêxistinbûyî ji hev bixe. Hikumeta AKP'ê, eger jê hebe ku bi vî rengî wê encamê bi dest bixe, mîna Tansû Çîller, Suleyman Demîrel ji nava rûpelên dîrokê tine bibin. Divê her kes zanibe, ku girtiyên siyasî bi tenê nînin, têokoşîna wan têkoîna me ye.

Dest ji polîtîkayên xwe yên li dijî girtiyên siyasî berdin. Na xwe, mîna 16'ê Nîsanê wê dersa pêwîst careke din ji we re bê dayîn. Em bang li raya giştî ya demokratîk dikin, ku der barê binpêkirina mafên mirovan a li Tîpa T a Wanê û hemû girtîgehên din, bi berpirsyarî rabe."