NÛ DIBE

Karasû: Hevrê Fûat ji bo biwatekirina rêxistinbûyînê roleke girîng lîst

Yek ji Apoyiyên ewil Mûstafa Karasû behsa hevrêyê xwe yê 52 salan Alî Haydar Kaytan kir û got, "Rola hevrê Fûat a ji bo bihêzkirina rêxistinê, fêhmkirina Rêbertî gelekî xurt bû."

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, behsa şehîd Alî Haydar Kaytan ku yek ji damezrînerên PKK’ê bû, kir.

Beriya ku behsa hevdîtina ewil a bi hevrê Fûat re bikim, ez hevrê Fûat careke din bi hurmet û minetdarî bibîr tînim. Ez dixwazim li vir diyar bikim ku ez ê girêdayî têkoşîna ku nêzî 50 sal in li ser esasê dilsoziya bi Rêber Apo re daye meşandin bimînim û ez ê têkoşîna rêxistinî û têkoşîna azadiyê ya ku wî di vê têkoşînê de meşandiye ji xwe re mînak bigirim.

Çawa ku mafê hevrê Fûat li ser her kesî heye, mafê wî li ser min jî heye. Di vî alî de cihê hevrê Fûat ji bo me girîng e. Ji bo min cihê wî hê bi watetir e. Ez ê hewl bidim layiqê hevrê Fûat bim. Ji bo ku em hêvî û armancên wî pêk bînin, çi erk bikeve ser milên me, teqez em ê bi cih bînin. Çawa me soz da tevahiya şehîdên xwe ku em ê vê têkoşînê bidomînin, bi şehadeta hevrê Fûat re barê me girantir bû.

NASÎNA EWIL

Bi şehadeta xwe re ji me re peyama, ‘Hûnê vê têkoşînê bigihînin serketinê’ da. Ev yek li ser esasê xeta Rêbertî, bêyî ku ji girêdana bi Rêbertî re şaş bibe, peyama têkoşînê bigihînin serketinê da. Li ser bingeha hurmeta ji bo hemû şehîdên me di şexsê wî de em ê hêviyên hevrê Fûat teqez bi rengekî serketî bi cih bînin. Di vê mijarê de ez li vir soz didim hevrê Fûat. Ez soz didim ku ez ê di tevahiya jiyana xwe de pêdiviyên vê sozê bi cih bînim, ji ber vê careke din sozê didim hevrê Fûat.

Cara ewil min hevrê Fûat di sala destpêkê ya Fakulteya Zanistên siyasî de nas kir. Min di sala 1972'yan de li Fakulteya Zanistên Siyasî ya Enqereyê qeyda xwe kiribû. Hevrê Fûat jî wê demê li wir xwendekarê sala yekemîn bû. Lê belê hevrê Fûat beriya wê bi salekê tevî Rêbertî li Fakulteya Zanistên Siyasî qeyda xwe kiribû.

Rêbertî piştî ku ji girtîgehê derket -tevî ku 7 meh di girtîgehê de ma bû jî- tevlî ezmûnan bû û di ezmûnan de bi ser ket. Lê hevrê Fûat nekarî derbas bike û di polê de mabû. Wê demê, ji ber ku şoreşgeran zêde bala xwe nedidan dersan û xwendinê, xuya ye hevrê Fûat jî zêde bala xwe nedayê û ji ber vê derbas nekir wê salê.

Ji ber ku hevrê Fûat, hevalekî xwedî astek mezin a têgihîştin û watedayînê bû. Eger hinekî din bala xwe bidayê, wê teqez pol derbas bikira. Lê belê di salên zehmet ên 12’yê Adarê de hevrê Fûat zêde bala xwe neda xwendina xwe, lewma ew bi ser neketibû û bi vî rengî em herdu ketibûn heman polê. Belkî jî bi ser neketina wî ya polê şansê min bû. Di dawiya sala 72’yan da min ew nas kir. Ji wê rojê heta şehîd bû 3'yê Tîrmeha 2018'an hevrêtiya me dewam kir.

Bêguman dema ku cara pêşî min hevrê Fûat nas kir, ez ne Apoyî bûm û min asta têkiliya wî ya bi Rêber Apo re nedizanî. Piştre hîn bûm ku hevaltiya wî ya bi Rêber Apo re di sala hîndekariyê ya 71-72'yan de ku piştî ketine heman polê dest pê kiriye. Wê demê hevdû naskiribûn. Helbet, dema ku min hevrê Fûat nas kir, min fikrên wî nedizanî. Min ew weke şoreşgerekî nas dikir. Wê demê ez jî şoreşgerekî giştî bûm. Lê belê sempatiya min wê demê li hember Denîz Gezmîş û rêxistina wan THKO’yê hebû.

Hûseyîn Înan cîranê me yê ji gund bû. Şehadeta wî bandor li me kiribû. A rastî kalikên me jî berê li gundê Hûseyîn Înan mane. Kalikên min li wir karê cotkariyê kirine. Ji ber ku Hûseyîn Înan ji wê hewirdorê bû, ji nêz ve bandor li min kiribû. Ji ber vê sedemê li hember THKO’yê sempatiya min pêş ketibû.

‘DI TÊKILIYÊN XWE DE NERM BÛ’

Têkiliya me bi hevrê Fûat re her tim çêdibû. Ji xwe ji roja ku min wî naskiribû, hezkirin û hurmetek min li hember hevrê Fûat pêş ketibû. Hevrê Fûat di têkiliyên xwe de gelek nerm bû. Ew bi rastî jî mîna derwêşekî bû. Têkiliyên wî yên însanî gelekî hurmetdar bûn. Bi hurmet nêzî her kesî dibû. Ev yek bi rastî jî bandor li min kiribû. Em ne ji heman rêxistinê bûn û em bi hev re di nava rêxistinek de nemabûn. Lê belê bi rastî jî hurmet û hezkirina me ji hev re hebû.

Wê demê têkiliya hevrê Fûat tenê bi Rêber Apo re hebû, lê min nizanîbû. Li aliyê me, komeke ku bi navê “Aktancilar” dihatin naskirin, ji aliyê hemû komên siyasî yên Enqereyê ve dihat naskirin hebû. Hevrê Fûat di destpêkê de zêdetir bi wan re bû. Paşê ez hîn bûm ku bi wan re hevrêtî dike û didomîne. Ew jî mirovên şoreşger û milîtan bûn. Milîtantî û şoreşgeriya wan bandor li hevrê Fûat jî kir. Hevrê Fûat wê demê ligel wan tevdigerî. Pêşî min digot qey tenê têkiliyên wî hene, lê piştre min dît bi wan re hevaltiyê jî dike.

‘XWEDÎ RUHÊ MILÎTANIYÊ BÛ’

Hevrê Fûat piştre jî hevaltiya xwe ya li gel wan dewam kir. Ez her tim bi hurmet û hezkirin nêzî wî bûm. Hevrê Fûat di nava wan şert û mercên dijwar de xwedî ruhê milîtaniyê bû. Xwedî sekneke şoreşgerî bû. Xwedî ruhek a milîtaniyê û sekneke bi biryardar bû. Xwedî taybetmendiyên bi vî rengî bû. A rastî ji ber van taybetmendiyên hevrê Fûat, her kes hurmet nîşanî wî dida. Hê di wê demê de hevrê Fûat xwedî sekneke bi biryardar, rêzdar û cidî bû. Ev sekn bandor li her kesî dikir. Li aliyê din gelek nerm û rêzdar bû. Ji ber vê hewirdor pê bandor dibûn. Nasîna me bi hevrê Fûat re wiha destpê kir.

Lê ez piştre hîn bûm ku ew ji koma Apoyî ye. Bandora wî li ser sempatiya min a li hemberî koma Apoyî hebû. Ne tenê hevrê Fûat bû; hevalên din ên ji Dersimê jî hebûn û têkiliyên min bi wan re jî hebûn. Hin ji wan hevalên Dersimî tevgerê nas kiribûn. Diyar bû ku di nav koma Apoyî de cih digirin. Di wan salan de hem ji ber têkiliya xwe ya bi hevrê Fûat re, hem jî ji ber ku ew hevalê ji Dersimê hebû, sempatiya min li hember tevgerê destpê kir.

Di eslê xwe de yek ji 6 kesên ku tevlî civîna li Bendava Çubukê bû. Ew bi rastî jî pir bi min ra eleqedar bû. Ew di nermbûnê da nerm bû û di têkilîyên mirovan da baş bû. Bêguman bandoreke wî ya girîng hebû ku min bîne nava komê. Lê ez dibêjim qey piştî ku ez tevlî bûm bi qasî salekê çû, an jî li şûna wê, wî xwendina xwe tercîh kir. Dibistan tercîh kir.

Lê ev jî heye: Têkiliya min a bi hevrê Fûat re bandorek li ser tevlîbûna min a di komê de jî hebû. Ne rasterast bû, bandora hevrêyê din hinekî xurttir bû. Li hember têkiliyên hevrê Fûat sempatiyê min pêş ketibû. Hevrêyê din hinekî din bi israr bû. Ev ji ber wê bû ku têkiliyên min bi wî ra samîmîtir bûn. Li yûrdê dima û têkiliyên me nêzîktir bûn. Hevrê Fûat li yûrdê nedima û bawerim ji ber vê hevalê din bi min ra têkiliyeke nêzîktir çêkiribû.

Têkiliya me ya bi hevrê Fûat re, ku di sala 1972'yan de dest pê kirî – ji xwe piştre ez li dibistanê bûm Apoyî, di dawiya 74'an û destpêka 75'an de- wê demê hê xurtir bû. Mala destpêkê ya ku min bi Rêbertî re hevdîtin kir, mala ku heval Fûat lê dima bû. Min tevlîbûna xwe ya ewil li Ayranciya jêrîn ê Enqereyê pêk anîbû. Piştî ku li Ayranciya Jêrîn bi Rêber Apo re axivîm, min soza xwe da rêxistin, Rêber Apo û koma Apoyiyan. Min got, 'temam, ez ê ji niha û pê ve bi we re tevbigerim.'

Hevrê Fûat û Cûma hebûn. Dema ez çûm wir hevrê Abbas jî li wir bû. Piştî ku Rêbertî axivî, hevalên din jî bi min re axivîn. Piştî wê têkiliyên me xurttir bûn. Piştî wê têkiliya min û hevrê Fûat pir bi hêz bû. Em li heman dibistanê ne, Apoyî ne û hema hema her roj di demên cuda de em bi hev re wext derbas dikin. Têkiliya me ji wê rojê heta roja me ya îro dewam kir.

Ji ber vê naskirinê ez dikarim wiha bibêjim: Ji ber bandor li ser sempatiya min a li hemberî tevgereke bi vî rengî kir, bi min da naskirin û bandora wî di tevlîbûna min de hebû, ez careke din spasdariya xwe ji bo wî diyar dikim. Bêguman sekn û kesayetiya wî ya şoreşgerî bandor li tevlîbûna min a nava vê komê kir. Helbet faktorên din jî hebûn, lê ez dikarim bibêjim ku naskirina min bi hevrê Fûat re û hebûna wî di vê komê de bandoreke mezin li tevlîbûna min kir. Naskirina me ya destpêkê û têkiliyên me bi vî rengî bi pêş ket û ji wê rojê heta şehadeta wî dewam kir.

‘BANDOR LI JIYANA ŞOREŞGERÎ Û ŞOREŞGERAN DIKIR’

Hevrê Fûat, yek ji wan şoreşgeran e ku di pêşketina têkoşîna şoreşa piştî 12’ê Adarê ya li Enqereyê û tevahiya Tirkiyeyê de xwediyê roleke mezin e. Ew serdem, serdemeke krîtîk e. Di serdema bidawîbûna rêveberiya tund ya piştî 12’ê Adarê de, di derbasbûna serdemeke nû de ku têkoşîna ciwanên şoreşger mezintir dibû û ciwanan pêl bi pêl berê xwe dida şoreşê hevrê Fûat şoreşgerekî hêja bû.

Bandor li jiyana şoreşgerî û şoreşgeran dikir, di pêşketina têkoşîna şoreşgerî de xwediyê roleke mezin e. Sekna wî wisa ye. Ew serdem gelekî girîng e. Şoreşgeriya di salên 72,73 û 74’an de gelekî girîng e. Têkoşîna şoreşgerî û siyasî ya piştre li Tirkiyeyê pêş ketiye, diyar dike.  Di nava van de hevrê Fûat jî heye.

Hevrê Fûat hem di pêşketina têkoşîna şoreşgerî ya giştî de xwedî rol e û hem jî bandor li bilindbûna şoreşgeriya li Enqereyê û Tirkiyeyê kir. Yek ji wan hevalan e ku bi sekna xwe bandora wî diyar û teqez e.  Çimkî ger di sala 72’yan de şoreşgerên ku xwedî li Denîzan, Mahîran, Îbrahîman û sekna wan a şoreşgerî derketin, nebûna di salên 73,74 û 75’an de li Tirkiyeyê ciwan evqasî tevlî nedibûn. Ji vî aliyî ve yek ji şoreşgeran e ku xwedî li van şehadetan derketiye.

Dema li cem Rêber Apo Denîz, Huseyîn, Yûsûf tên îdamkirin û Rêber Apo li dijî van îdaman dibêje: ‘Ez ê girêdayî van bimînim, têkoşîna van pêş bixim. Dema min pêş xist jî ez ê têkoşîneke wisa bimeşînim ku car din têk neçe.’ Rêber Apo piştî ev soz da û derket, li van şoreşgeran xwedî derket, hevalê Fuat jî wê demê di sala 1971-72’yan de li Fakulteya Zanistên Siyasî bû.

71-72 di heman demê de pêvajoyeke ku Denîz hatin îdamkirin, Mahîr hatin qetilkirin, di 12’ê Adarê de li dijî şoreşgeran êrîş pêk hatin. Pêvajoyeke ku tevgera şoreşger darbeyeke girîng xwar. Di wê demê de hevalê Fuat û hevalên ku di wê demê de di nava têkoşînê de cih girtin, ji bo pêşxistina tevgera şoreşger a li Enqere û seranserî Tirkiyeyê, rol lîstin.

ŞOREŞGERÎ KIRIBÛ PARÇEYEKÎ JIYANA XWE

Ji bo koma Apoyî jî rolê heval Fuat di çend astan de dikare were vegotin. Şoreşgerekî cidî bû, şoreşgerekî bi biryar bû, şoreşgerek bû ku şoreşgerî bi temamî kiribû parçeyekî jiyana xwe. Di vî alî de xwedî taybetmendiyan bû ku herî baş karakterê koma Apoyî temsîl dikir. Jixwe beşdarî Civîna Bendava Çûbûkê bûye. Yek ji 6 endamên destpêkê yê komê ne. 4 kesên tevlî bûyî, piştre dest jê berdane. Lê yê heta şehadeta xwe ji civîna Bendava Çûbûkê mayî, ew û Rêber Apo ne.

Hevalê Fuat bi hebûna xwe ya di koma Apoyî de, bi ciddiyet û biryardariya xwe, ew ciddiyet, dilsozî, îrade û biryardariya ku li ser xeta Rêbertî ya di koma Apoyî de; şert û merc çi dibin bila bibin hêza têkoşînê, dilsoziya bi gel re, dilsoziya bi welêt re, hêrsa li hemberî dijmin di hevalê Fuat de temsîla xwe didît. Bi taybetî hêrsa wî ya li hemberî dijmin pir mezin bû. Ev pir girîng e.

Di vê yekê de bandora koka ku malbata hevalê Fuat jê hatiye, pir heye. Ji ber ku hem dayika wî hem bavê wî sirgûnê qirkirina 38’an e. Dayika wî sirgûnê Kayserî, bavê wî sirgûnê Eskîşehîrê hatine kirin. Vê yekê pir bandor li hevalê Fuat kiriye. Li hemberî dijmin xwedî hêrs e. Weke ciwanekî Dersimî, hêrseke mezin jiyan kiriye.

Ev yek her tim gotiye, me nîqaş kiriye: Tenê bi axaftina tiştên rast, şoreşgerî nabe! Ya din jî divê mirov li hemberî bêmafî, zilm, şaşitî, jiyana şaş, mêtingerî û kirêtiyê bi hêrs be. Bêyî hêrsbûnê tu nikarî bibî şoreşger. Jixwe di helbesta wî ya ewilî ya ‘Ez Kurdistan im’ de, her kes pir zelal dikare vê hêrsa wî bibîne. Hîna di 77’ê de hemû hêrsa xwe, hêrsa xwe ya li dijî mêtingeriya qirker, îradeya xwe ya şoreşger di wê helbestê de nîşan daye.

Di vî alî de weke hevrêyê Rêber Apo, tevkariyeke pir mezin li tevgera Apoyî kiriye. Çawa ku her hevalekî – Hakî, Kemal – taybetmendî li vê xeta Rêbertî, xeta Rêber Apo, Apoyîtiyê û PKK’ê zêde kiribe, hevalê Fuat jî taybetmendî dane qezenckirin. Ev taybetmendî bûn yek û Apoyîtî û PKK’iyîtî xurt kirine. Yan jî her hevalî/ê asteke hêza fikirînê ya Rêber Apo, xeta Rêbertî, sekna Rêbertî di xwe de kûr kiriye, cuda kiriye û kiriye xweser. Wisa hîn rasttir dikare were vegotin.

Hevalê Fuat jî bi hêrsa xwe ya li dijî dijmin, mirovekî hestê bû. Hevalekî xwedî hestên pir xurt bûn. Nivisandina helbestan, hêrsa li hemberî dijmin, hezkirina gel, hezkirina li hevrêyan, girêdana bi yên qenciyê dikin re, hêrsa li hemberî yên xirabiyê dikin, girêdanbûna bi her tişê baş û bedew re, hembêzkirin û destekdayîn, lê hêrsa li hemberî her tiştê kirêt û xirab û helwestgirtin, girêdayî wan hestên xurt ên hevalê Fuat bû.

Jixwe her kesê ku hevalê Fuat nas kirî, bi hêsanî dikarî aliyê wî yê hestiyar û xurbûna hestên wî bibîne. Helbet nêzîkatiya wî ya îdeolojîk û siyasî hebû, lê bi hest jî nêz dibû. Qedir dida xurtbûna hest, lê di nava têkoşîna şoreşgeriyê de hestiyarî jî rast nedidît.

Hetta pir hestiyarbûnê, nêzîkatiyên hestiyar weke rêyeke veşartina kêmahiyên di têkoşîna şoreşgeriyê de dinirxand. Rexneyên wî yên xurt ji bo nêzîkatiyên hestiyar hebûn. Rexneya ji bo hestê na, rexneya ji bo xurtbûna hestê na; nêzîkatiya hestiyar, bi sekna hestiyar nediyarkirina rastiyê, di warê rast de sekna hestiyar weke îdeolojîk, rêxistinî û siyasî tam nediyarkirin, rexne dikir. Lê hevalekî ku bi rastî jî pir qedir dida hestan.

‘WE DIKARÎ LI HEVALÊ FUAT BINÊRIN Û KARAKTERÊ APOYÎTIYÊ FÊR BIBIN’

Di vî alî de hem ew dilsoziya wî hem jî biryardariya wî bandor kir. Her kes dema li Apoyiyan nêrî, çawa li Rêbertî dinêriyan û karakterê Apoyî fêr dibûn, li hevalê Fuat jî dinêriyan û fêrî karakterê Apoyî dibûn. Zanî ku Apoyîtî şoreşgeriyeke çawa ye.

Ez dikarim vê bi rehetî bêjim: Em li heman dibistanê bûn, me gelek derdorên heman bi hev re nas dikir. Hurmeta her kesê ji bo şoreşgeriya hevalê Fuat hebû. Her kesê dizanî ku biryardariya hevalê Fuat şoreşgeriyeke mezin bû ku tawîz nade.

Her kesê ku li hevalê Fuat dinêrî, bi rastî jî didît ku çiqas kesayetên şoreşger hebin, şehîd, şehadet hebin, qedir dide van, rêz nîşanî van dide û dixwaze van hemûyan bigihîne serketinê. Vê yekê bandoreke girîng kir ku koma Apoyî li Enqereyê şêwe bigire.

Di vî alî de jî ev karakterê hevalê Fuat, bi taybetî ji bo tevlîbûna hevalên Dersimî ya ji bo vê tevgerê bandor kir. Ev jî girîng bû. Çima girîng bû? Di wê demê de li Kurdistanê belkû bajarê ku herî zêde diçû zanîngehê û dixwend, Dersim bû. Dersim jî di rastiyê de cihekî welê bû ku dewlet û kemalîzmê dixwest wê ji seranserî Kurdistanê qut bike. Dihate xwestin ku parçeyê herî girîng, herî bedew ê Kurdistanê ji Kurdistanê were qutkirin.

Di van hewldanên dewletê de jî, serketineke diyar derketibû holê. Em Dersimî nebûn, lê ji ber karakterê elewî yê Dersimê bandora xwe li derdor hebû. Fikreke wiha çêbûbû: ‘Em ji Kurdên din nînin, em Kurdên cuda ne’. Ev di rastiyê de gotineke di salên dawî de, bi taybetî piştî qirkirina Dersimê dihate gotin bû.

Hevalê Fuat bi sekin û helwesta xwe ji vê re jî bûye bersiv. Tevkariyeke wî ya girîng ji bo tevlîbûna ciwanên Dersimê ya ji vê tevgerê re, heye. Ev ji bo vê yekê girîng bû: koma destpêkê ya îdeolojîk bû. Yek ji armancên ewilî yê koma Apoyî ew bû ku ciwanên rewşenbîr qezenc bike. Ji ber ku heya em di îdeolojiyê de bi ser nekevin, me nedikarî li Kurdistanê bi ser bikevin, nedikarî li Tirkiyeyê bi ser bikevin. Me serketina di îdeolojiyê de pir girîng didît.

Di wê demê de rasiyeke Dersimê hebû ku herî zêde li zanîngehan dixwend, li hemberî ciwanên zanîngehê û têkoşîna şoreşgeriyê xwedî eleqe bû. Hevalê Mahîr Çayan Huseyîn Cevahîr bû. Hevalê Îbrahîm Kaypakkaya Alî Haydar Yildiz bû. Di nava THKO’yê de Dersimî hebûn.

Di vî alî de tevkariyên heval Fuat a ji bo tevlîbûna komê pir zêde bûn. Koma Apoyî dema 10-15 kes jî, her kesê ew cidî digirtin. Sedemê vê yekê jî sekna hevalan bû. Di serî de Rêbertî sekna hevalan dibû sedem ku kom were cidîgirtin. Para hevalê Fuat a ji bo vê yekê girîng bû.

‘BÊYÎ TIRS LI DIJÎ HER CURE ŞER BI CESARET RABÛ’

Li aliyê din piştî 1972’yan, di 73, 74 û 75’ê de têkoşîneke zêde li dijî faşîzmê hebû. Di vê têkoşînê de milîtanî girîng bû, sekna milîtan bandor li ciwanan dikir. Belê, gotin jî bandor dikir, lê sekna milîtan jî bandor lê dikir. Lê hevalê Fuat li aliyê din milîtanekî çavtarî bû. Hevalê Fuat bêtirs bû, bi cesaret li dijî her şer û êrîşê radibû. Taybetmendiyeke wiha ya hevalê Fuat hebû.

Ji bo zêdebuna hurmeta li koma Apoyî, ji bo têkoşîna li dijî faşîzmê gotina ‘Koma Apoyî milîtan e’ parekî girîng ê hevalê Fuat heye. Ji ber ku di wê demê de li Enqereyê navenda şoreşgeriyê, Fakulteya Zanistên Siyasî bû. Ya din jî Rojhilata Navîn bû. Lê ya esas cihê ku ciwanên şoreşger lê kom bûyî, Fakulteya Zanistên Siyasî bû. Ji ber ku hevalê Fuat jî li fakulteyeke wiha xwend, ya din jî ji ber ku milîtanekî Apoyî derketî pêş bû, ji bo naskirina taybetmendiya Apoyiyan helbet bandora hevalê Fuat pir zêde bû.

Jixwe koma ku li Enqereyê herî bi bandor, koma DEV-YOL, koma Rizgariya Gel bû. Van heval Fuat pir baş nas dikirin. Di Rizgariya Gel de jixwe hevalên wî yên berê pê re di nava peywendiyê de, hebûn. Jixwe DEV-YOL ji Zanistên Siyasî nas dikir. Di vî alî de tevkariyeke girîng kir.

‘HÊZA GOTINÊ HEBÛ’

Li aliyê din hevalekî xwedî hêza fikirînê ya zêde bû. Peywendiyên wî yên bi mirovan re, bi zanist û derwêşane bû. Dibêjin ya peywendiya mumîn, yanî heval Fuat xwedî peywendiyeke pir nerm bû. Li aliyê din di van peywendiyan de hêza gotinê jî hebû. Belê milîtaniya wî hebû, lê hêza gotina wî jî hebû. Diaxivî, nîqaş dikir, behs dikir. Ji vî alî ve ji bo naskirin û vegotina Apoyîtiyê jî, rolê wî jî pir girîng bû.

Em komeke îdeolojîk in, taybetmendiya herî girîng a koma îdeolojîk çiye? Vegotin, fikir anîna ziman. Di nava vê tevgerê de jî ji bo vegotina fikir, piştî Rêber Apo hevalê herî bi tecrube hevalê Fuat bû. Wisa helbet ji bo ku têkoşîna me ya îdeolojîk xurt derbas bibe, li her derê weke îdeolojîk temsîl bike hevalê Fuat rolekî girîng lîstiye.

Di vî alî de li Enqereyê kom ava bû, hurmet qezenc kir û mezin bû. Di nava van hemûyan de, hevalê Fuat hebû. Jixwe hevalê destpêkê yê Rêber Apo bû, bi Rêber Apo re li heman malê ma, timî bi hev re bûn. Ev jî bû sedem ku hevalê Fuat bi wê hestê mirovan fêm bike, bi wê hestê Rêber Apo pir baş fêm bike.

Hevalê Fuat pir giringî dida hest û fikran. Di vî alî de Rêber Apo fêm dikir û temsîl dikir. Ji ber wê karakterê tenê ji gotinê re na, ji hestê re; gotin na, fêmkirin… Hevalê Fuat timî qala wate û maneyê dikir û gelek qedir dida van.

Sekna wî ya ji roja ewilî ve, fêmkirina Rêber Apo tenê bi hêza gotinê na, di heman demê de wateyeke kûr didayê. Rêbertî weke kesekî ku wate lê şênber bûye, didît. Sedemê ku ev qas girêdayî Rêbertî, di rastiyê de beriya me hemûyan û bi rengekî herî xurt Rêber Apo weke hêza fêmkirinê, yê wateyê sembolîze dike, wate lê şênber bûye didît. Van tiştan hemûyan helbet koma li Enqereyê xurt kir.

Di nava hemû xebatên komê de cih girt. Li Enqereyê tevlî her cure çalakiya şoreşger bû. Gelek jî milîtan bû. Carekê li Enqereyê di meşekê de hatibûn girtin, xistin erebeyê. Lê dixin, êşkence dikin, hevalê Fuat jî li wan qêr dike û şer dike. Qet kesekî ku tawîz bide, nebû. Hest û fikrên wî mîna tehtekî bûn. Carekê kete zindanê, jixwe tiştek negotibû. Di demeke kurt de derket. Jixwe ne hevalekî welê bû ku li hemberî zilm û zextê serî bitewîne, li hemberî zehmetiyan pes bike. Evane hemû ji bo avabûna komê, ji bo avabûna kesayet û karakterê komê bi bandor bûn.

‘GOTIN Û PRATÎKA WÎ YEK BÛN’

Li Enqerê kom hurmetek bi dest xistibû û ev yek pir girîng bû. Eger kom li Enqereyê hurmetek bi dest nexistiba, ewqas nedikarî bibandor biba. Hurmeta ewil li Enqereyê bi dest xist. Bi komek ku ji 15-20 kesan pêk tê- tevî sempatîzanên xwe dora 30 kes bû ev kom. Lê belê ji rêxistinên ku xwedî hezaran ango bi deh hezaran sempatîzan in, bi bandortir û hêztir bû.

Çima? Ji ber ku gotin û pratîka xwe yek bû. Gotin û tevgera wê yek bû. Hevrê Fûat jî hevalek ku gotin û tevgera wî yek bû. Ji serî de bêyî dudilî be, wisa nêz bû. Ji xwe piştî Rêber Apo nas dike, bi Rêbertî re hevrêtiyek rast pêk tîne.

Hz. Alî çi be, têkiliya hevrê Fûat a bi Rêbertî re jî bi vî rengî bû. Mîna têkiliya Muhammed û Alî, di meşa Rêber Apo ya ewil de hevrê Fûat yek ji hevrêyên wî yên ewil bû. Mislimanê ewil jî Aliye. Hevrê Fûat jî di koma ewil a ku ji 6 kesan pêk dihat de cih girt û ji fikrên Rêbertî gelek bi bandor bibû. Çawa ku bandora Alî li ser civakan hebû, cihê hevrê Fûat jî di nav vê têkoşînê û derdor de cuda bû.

‘HÊRS Û ŞOREŞGERIYA WÎ XURT BÛ’

Bawerim hevrê Fûat 3 caran birîndar bû. Her sê car jî ji lingên xwe birîndar dibe. Cara ewil li gel min birîndar bû û bû gazî. Di sala 1975’an de bû. Li qada ku Fakulteya Zanistên Siyasî û Fakulteya Hiqûqê lê ye, li axa Komarê bi faşîstan re me şer kir. Polîs ji bo mudaxaleyê hatin. Me jî li dijî polîsan li ber xwe da. Bi keviran me dida dû polîsan. Di navbera Fakulteya Zanistên Siyasî û Fakulteya Hiqûqê de kolaneke teng heye. Hevrê Fûat li milê rastê dimeşiya û ez li çepê baz didim. Polîs paşve vekişiyan. Lê derket holê ku li derdora goşeya Fakulteya Zanistên Siyasî kemîn danîne.

Polîsan gule reşandin, hevrê Fûat bi 2 metreyan nêzî min hat gulebarankirin. Yanî, hevrê Fûat cara ewil li ba min dibe gazî. Hê jî şalê ku li xwe kiribû tê bîra min, şalekî qedîfe û qehweyî bû rengê wê. Gule li lingê wî ketibû. Me yekser ew xist taksiyekê û şand nexweşxaneyê. Ne giran bû, ew çûbû nexweşxaneyê.

Polîsan piştre kesên birîndar bibûn digirtin. Hevrê Fûat du rojan li nexweşxaneyê ma. Kêliya ku polîs ji bo girtina wî hatin, ew ji nexweşxanê reviya. Çima birîndar bû? Hevrê Fûat bi rastî jî wêrek bû, milîtanek bû. Ji tiştek neditirsî û xwîngerm bû. Gelekî nerm diaxivî, dibe ku dema ew diaxivî mirov hîs neke, lê hêrs û ruhê wî yê şoreşgerî xurt bû.

Ji ber vê di şerê li wir de her li pêş bû. Bi hêrs û milîtaniya xwe li eniya herî pêş kevir davet polîsan. Ji ber ku di eniya pêş de kevir diavêt, hat hedefgirtin ji aliyê polîsan ve. Li wir birîndar bû û bû gazî. Ew roj hê tê bîra min; Hê jî di hişê min da zindî ye.

‘BINGEHA APOYÎTIYA DÊRSIMÊ AVA KIR’

Hêvrê Fûat, weke ku yek ji yekem rêhevalê Rêber Apo ye di heman demê de yekem kes e ku li Dêrsimê dest bi xebatan kiriye. Me biryara vegera ji bo Kurdistanê di sala 1976’an de girtibû lê belê beriya wê çûnûhatinên ji bo Kurdistanê hebûn; hevrê Hakî çû, hevrê Cûma çû û hevrê Kemal jî diçû.

Ev heval beriya biryara vegera bi temamî ya civîna li Dîkmenê a di sala 1976’an de diçûn. Hevrê Fûat jî yek ji wan kesan bû ku serkêşiya vê yekê dikir. Helbet wê demê Dêrsim gelekî girîng bû. Li Dêrsimê  têkoşîna şoreşgerî gelekî pêş ketibû, li wir gelek kom hebûn û eleqeya ciwanan a ji têkoşîna şoreşgeriyê re zêde bû.

Hevrê Fûat li Dêrsimê xebitî. Her ku derfet bi dest dixist, diçû Dêrsimê. Hewl dida li Dêrsimê danûstandinên nû biafirîne û hevalan tevlî têkoşînê bike. Ji ber vê yekê jixwe kesê ku li Dêrsimê bingeha Apoyîtiyê ava kiriye, hevrê Fûat e. Jixwe beşdarî Civîna Bendava Çûbûkê dibe û li wir bingeha Apotiyê tê avakirin.  Ji ber vê yekê rola hevrê Fûat a di têkoşîna PKK’ê ya li Dêrsimê,  hatina Apoyîyan û piştre pêşketina gerîlayan de gelek e.

Weke yek ji yekem hevrêyê Rêber Apo û yek ji hevrêyekî heya dawiyê dilsozê Rêber Apo li Dêrsimê jî awayê herî serkeftî nûnertiya Rêber Apo û PKK’ê kiriye. Her wiha hê beriya sala 76’an hevrê Fûat li Dêrsimê gelek kadroyên alîgir û sempatîzan li têkoşînê zêde kirin.

Eleqeya Rêber Apo ya ji Dêrsimê re gelekî mezin bû. Dema ku diçe Dêrsimê û li herêmê digere, dibêje; ‘Ev çand, ev erdnigarî, ev dîrok û ev parçeyê Kurdistanê yê herî xweşik divê teqez bi çanda xwe, bi nasnameya xwe û bi erdnigariya xwe were azadkirin.’ Di biryardariya Rêber Apo ya azadkirina Kurdistanê de rastiya Dêrsimê xwedî roleke mezin e. Li Dêrsimê sozeke bi vî rengî dabû û gotibû; ‘Divê Dêrsim, bi nasname û çanda xwe azad bibe.’

Dêrsimê bandor li Rêber Apo kiribû. Hem civaka wê, hem çanda wê ya civakî û hem jî nirx, erdnîgarî û dîroka wê bandor li Rêber Apo kiribûn. Helbet ji paşeroja wê ya sekna bibiryar a Seyîd Riza bandor lê kiribû. Ev eleqeya Rêber Apo ya ji bo Dêrsimê bû sedem ku hevrê Fûat jî eleqeyeke mezin nîşanî Dêrsimê bide. Bi gotineke din em dikarin bibêjin ku Rêbertî ew erkdar kiriye ku gotiye: ‘Ji rizgarkirin û azadkirina Dêrsimê tu berpirsiyar î û tu yê vê rolê bi awayê herî herî serkeftî bi cih bînî.’

Hevrê Fûat ji roja ewil ve tim hewl da ku egerên vê rol û girîngiya ku Rêber Apo dide Dêrsimê bi cih bîne û bi awayekî serkeftî bi cih anîn jî.  Gotineke heye û dibêjin ku ‘jiyîna rast.’ Hevrê Fûat jî heya kêliya dawîn rast jiya. Jixwe hemû fikr û hestên wî jiyaneke watedar bû. Rêber Apo dibêje ya: ‘Ger jiyanek hebe divê jiyaneke azad be yan jî qet nebe’, felsefeya hevrê Fûat jî bi vî rengî bû. Divê jiyan yan watedar  û azad be yan jî qet nebe. Ji vî aliyî ve têkildarî Dêrsimê gelekî ked da.

Bi taybetî jî ji bo ku xebatên dewleta Tirk û desthilatdariya Kemalîst ên piştî 38’an yên bi temamîveqetandina Dêrsimê ji Kurdistanê berovajî bike û têk bibe gelekî li ber xwe da û xebitî. Erê malbata wî hatiye qetilkirin. Malbata bavê wî hatiye qetilkirin û xizm û kesên wî hatine sirgûnkirin. Her wiha malbata dayika wî jî hatiye qetilkirin û sirgûnkirin.

didome...