Gerîla avêtin ser girê leşkerên Tirk lê bûn: 13 mirî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê encama çalakiya gerîla ya li girê Koordîne yê li Çelê eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê encama çalakiya gerîla ya li girê Koordîne yê li Çelê eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, di çalakiyê de ji leşkerên di çeper û konteynirên hatin dorpêçkirin de 13 hatine kuştin, bi dehan jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de li ser çalakiyê ev agahî hatin dayîn:
"3'ê Gulanê saet di 23:00 de, hêzên me bi berfirehî avêtin ser girê Koordîne yê li navçeya Çelê ya li Colemêrgê. Di vê çalakiyê de hêzên me bi çekên giran û ferdî lê dan. Di dema çalakiyê de helîkopterên Kobra li derdora gir reşandin û hêzên me jî li helîkopteran dan û helîkopter ji herêmê dûr xistin. Di heman demê de qereqolên Ertûş, Guvenlîk, Êriş û Bilicanê obus û hawan avêtin cihê çalakiyê.
13 LEŞKER HATIN KUŞTIN, BI DEHAN LEŞKER BIRÎNDAR BÛN
Di vî şerî de ku bi qasî saetekê dewam kir, 3 konteynirên li ser gir hatin rûxandin û derb li gelek çeperan hate xistin. 2 hevalên di koma êrîşê de bûn xwe gihandin se gir û derbên xurt li konteynir û çeperên li ser gir xistin. Hemû konteynir û çeperên li vir şewitîn. Di vê çalakiyê de bi zelalî 13 leşker hatin kuştin, bi dehan leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê hêzên me bi hawanan li gir dan. Artêşa TC mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky rakir, ku helîkopteran sê caran xwe li herêmê danîn û rabûn.
Di vê çalakiyê de hevalekî me şehîd bû û pêwendî bi 2 gerîlayên me re jî nehate danîn."
LEŞKERÊN TIRK ÊRÎŞÎ GUNDIYAN KIRIN
Di dewama daxuyaniya HPG'ê de hat ragihandin, leşkerên Tirk li dora gundê Sincê yê li qada Cîlo ya Biçûk sivîlek kuştine. Di vê der barê de ev agahî hate dayîn:
"3'ê Gulanê saet di 10:30 de, 5 welatiyên ji gundê Sincê yê li herêma Cîlo ya Biçûk a li nava sînorê Başûrê Kurdistanê, dema dixwestin biçin gundê xwe, leşkerên artêşa TC ên li derdora gund bi obus, hawan û çekên giran li wan reşandin. Ji ber vê êrîşa dewleta TC a dagirker, welatiyekî jiyana xwe ji dest da, yek jî birîndar bû. Di heman rojê de gundiyên xwestin cenaze rakin, careke din bûn hedefa leşkerên artêşa TC. Gundiyan nekarîn cenazeyên xwe rakin û neçar man vegerin."