Elmanya ku ala PYD'ê qedexe kir, mîlyonek Euro da ENKS'ê
Elmanya, ku hilgirtina alên PYD û YPG'ê qedexe kir, derket holê ku heta niha mîlyonek Euro alîkariya pere daye ENKS'ê.
Elmanya, ku hilgirtina alên PYD û YPG'ê qedexe kir, derket holê ku heta niha mîlyonek Euro alîkariya pere daye ENKS'ê.
Elmanya, ku hilgirtina alên PYD û YPG'ê qedexe kir, derket holê ku heta niha mîlyonek Euro alîkariya pere daye ENKS'ê.
Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê, roja 2'ê Adara 2017'an fermannameyek ji eyaletan re şand û xwest, tevî alên PYD, YPG, YPJ, PÇDK, PJAK, YXK û NAV-DEM'ê alên gelek sazî û partiyên Kurdan qedexe bikin. Di heman rojê de çeteyên ser bi PDK'ê êrîşî herêma Xanesor a Şengalê kirin, ku ev herêm ji aliyê YBŞ/YJŞ'ê ve tê parastin.
Piştre derketibû holê, ku çekên van çeteyên PDK'ê li dijî Êzidiyan bi kar anîne, ew çek in ji bo şerê li dijî DAIŞ'ê ji PDK'ê re hatine dayîn. Ji xwe di wêne û dîmenên ANF'ê de jî hate dîtin, ku du gerîlayên HPG'ê ji bo pêşî li derketina şer bigirin, li pêşiya wesayîta bi tîpa Dîngo ya Elman a aydê PDK'ê sekinîbûn.
Li ser vê yekê, parlamenterên Partiya Çep a Elman, mijar xist rojevê Meclîsa Federal. Bi vê armancê pêşniyar pirsek pêşkêş kirin û xwestin li ser çekên ji PDK'ê re hatine dayîn û 'alîkariya ji mûxalefeta Kurd a li Sûriyeyê re' hatiye dayîn, agahiyan bide.
'DIVÊ RÊVEBERIYA KURD WAN ÇEKAN TENÊ LI DIJÎ DAIŞ'Ê BI KAR BÎNE'
Parlamenterên Partiya Çep Ûlla Jelpke, Chrîstîne Bûchholz, Înge Hoger, Andrej Hûnko, Martîna Renner pêşniyar pirs pêşkêş kirin û Wezareta Karên Derve ya Elman jî li ser navê hikumeta federal a bi serokwezaretiya Merkel bersiv da.
Di bersivdayîna 24'ê Nîsana 2017'an de wezaretî gelek pirsan bê bersiv dihêle.
Ji bo pirsa 'Ji bo lêkolînkirina êrîşa 'pêşmergeyên rojava' yên hikumeta federal a li dijî Şengalê, hewldan hene?', wezaretê got 'di destê me de agahiyeke bi vî rengî niha nîne'. Der barê pirsa 'êrîşa pêşmergeyan a li dijî Şengalê ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve rewa ye?' hikûmetê ev bersiv da, 'hiqûqa navneteweyî eleqeya xwe bi têkiliya navbera dewletan heye. Lê belê ev mijareke navxweyî ya Iraqê ye'."
Ji bo pirsa 'çekên ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ'ê hatine dayîn, bi armancên cuda hatine bikaranîn an na?' ev bersiv hate dayîn:
"Hikumeta federal di çarçoveya peymaneke ji hin şert û mercan de çekan dide. Rêveberiya Kurd a Herêmî neçar e van çekan tenê li dijî DAIŞ'ê bi kar bîne. Ev mecbûriyet, pîvana bingehîn a xebata hevpar a hikumeta federal û rêveberiya Kurd a herêmî ye. Agahiyên şênber ên li ser bikaranîna van çekan bi rengekî ne li gorî peymanê, ji aliyê hikumeta federal ve bi rengekî cidî tê nirxandin. Ji bo lêkolînkirina van agahiyan wê hikumet bikeve nava tevgerê."
ELMANYA: ME EW WESAYÎTA DÎNGO DA
Têkildarî wesayîta zirxî ya 'dîngo' ku di qetilkirina 2 gerîlayên HPG'ê de hate bikaranîn, Elmanyayê qebûl kir ku yek ji wan wesayîtan, wan dane PDK'ê.
JI BO ENKS BIÇE CENEVREYÊ 211 HEZAR EURO DAYE!
Partiya Çep pirsî, ku hikumeta Elman çiqas pere daye Berpirsyarê Têkiliyên Derve ya 'Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS)' siyabend haco . Wezareta Karên Derve ya Elman ragihand, ku ji bo projeyên xurtkirina ENKS'ê, ji Navenda Lêkolînên Kurd li Ewropayê ya bi serkêşiya Haco re, alîkariya pere hatiye kirin.
Wezaretê îdîa kir, ku ev alîkarî ji bo xurtkirina destê Kurdên Sûriyeyî yên parçeyek ji mûxalefeta li dijî rejîma Sûriyeyê ye, hatiye kirin. Wezaretê diyar kir, ku ji Navenda Lêkolînên Kurd li Ewropayê, ku weke şaxek ENKS'ê li nava hikumeta federal dixebite, ji sala 2013'an û vir ve 960 hezar Euro alîkariya pere hatiye dayîn.
Li ser pêşniyar pirsa Partiya Çep, wezaretê lîsteya pereyên heta niha hikumeta Elman daye ENKS'ê weşand. Her wiha, di sala 2017'an de ji bo li civîna bilind a Cenevre-3 bi kar bîne 211 hezar Euro daye projeya 'dîplomasî û raya giştî' ya ENKS'ê.