Wezîra Karê Derve ya Swêdê Margot Wallstorm têkildarî pêşnûmeya parlamenterên Partiya Lîberal û Partiya Çep ên di derbarê Tirkiyeyê de ku dayî parlementoyê nirxand û got: "Swêd ji bo ku mafê mirovan û prensîbên dewleta hiqûqê bi hêztir bibe wê piştgiriya xwe ji bo mûxalîfên li Tirkiyeyê re bidomînin û zêdetir piştgiriyê bike."
Wallstorm diyar kir ku pêwîste parlamenterên ku ji aliyê gel ve hatîn hilbijartin li ser erka xwe bin û wiha anî ziman: "Min ev nêrînên xwe ji bo berpirsên li Enqerê û Stockholmê re ne ragihand. Rêxistinên sivîl ên Swêdê ji bo hêzên ku dixwazin di medyayê de guhertin çêbibe, wê piştgiriya xwe zêdetir bikin. Wek mînak rêxistinên ku rojnamevanan perwerde dikin em piştgiriyê didin. Li aliyê dinem piştgiriya hiqûqî û didin rojnamevanên ku tên darizandin.
'EM Ê MIJARÊ, HER DEM BÎNIN ROJEVA YEKITIYA EWROPAYÊ'
Wallstorm diyar kir ku ji bo wekhevî xebatên ku têne birêve birin, ji bo aktivîstên mafê mirovan û jinan piştgirîdayîna wan ji bo Swêdê gelek giring e û wiha got; "Di demên dawî de, bûyerên ku nerênî yên ku li Tirkiyeyê çêdibin li gorî rêgezên mafê mirovan û dewleta hiqûqê, xuya dike ku wê alikariya me ji bo wan hêzan berdewam be."
Wallatorm destnîşan kir ku di rûniştina dozên mûxalîfan ên li Tirkiyeyê de, saziyên Swêdê beşdar dibîn û got;; "Em ê rewşa rêveberên partiyên mûxalîf, rojnamevan û akademisyenan bînin rojeva Yekitiya Ewropayê. Em ê herdem vê rewşê bînîn rojevê."