Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yê Amedê, li ser binpêkirina mafên mirovan ên 3 mehan li Kurdistanê raporek amade kir û li avahiya komeleya xwe bi civîneke çapemeniyê ji raya giştî re eşkere kir.
Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî li vir axivî û bal kişand ser bêûsiliya di referandûmê de hate kirin. Bîlîcî diyar kir, newekheviya bikaranîna çavkaniyên cemaweriyê di kampanya referandûmê de, rewşa neyînî ya ji ber pêkanînên Rewşa Awarte yekser bandor li encamên referandûmê kirine destnîşan kir, ev yek bû sedem ku heqaniyet û baweriya bi hilbijartinê bibe mijara fikar û gumanan.
Racî Bîlîcî diyar kir, ku şerê li Tirkiyeyê bi dijwarî dewam dike û binpêkirina mafên mirovan bi rengekî rêk û pêk zêde bûye. Bîlîcî sala 2015'an dema ji nû ve destpêkirina şer bibîr xist û got, ji Tîrmeha sala 2015'an û vir ve bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dane û statîstîkên di vî warî de balê dikişînin ser rewşeke bi êş û tirsnak.
Bîlîcî destnîşan kir, ku divê pirsgirêk bi rê û rêbazên demokratîk werin çareserkirin.
Piştî Bîlîcî nûnerê ÎHD'ê yê Herêmê Abdulselam Înceoren dest bi axaftinê kir û statîstîkên li ser binpêkirina mafên mirovan eşkere kir.
STATÎSTÎK
Li gorî vê yekê;
Kuştina bêdaraz: 2
Birîndarkirina bêdaraz: 2
Mirina li girtîgehê: 1
Birîndariya ji ber xemsasrî û şaşitiyên fermî: 118
Yên ji ber şer mirin: 87
Yên ji ber şer birîndar bûn: 16
Ji ber teqîna mayîn û teqemeniyan 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan, 10 kes birîndar ku 3 jê zarok birîndar bûn.
-Herêmên weke 'herêma ewlekariya taybet' hatiye ragihandin: 14
Cihên derketina derve lê hate qedexekirin: 18
Bêhurmetiya li bîranîna miriyan: 24
Xwekuştina jinê: 5
Xweşkuştina zorakan: 4
Kiryarên nebaş ên di binê çavan de: 18
Îşkence û kiryarên xerab ên di binê çavan de hatin kirin: 33
Îşkenceya li girtîgehê: 182
Gefa revandin û sîxuriyê: 1
Birîndariya ji ber destwerdana li xwepêşandanan: 30
Yên hatine binçavkirin 433.
Serdegirtina malan: 1364
Çalakiyên qedexekirî: 2
Malperên înternetê yê hatin astengkirin: 2
Hejmara cezayê li azadiya raman û îfadeyê hatiye birîn: 146
Hejmara partiyên siyasî û sendîkayên kedê yên êrîşî li wan hate kirin: 15
Xwepêşandan û civînên hêzên ewlekariyê dest li wan werdan: 11
Binpêkirina mafan li girtîgehan: 510
Yên ji kar hatin derxistin: 848
Yên îxraç kirin: 1698
Lêpirsîna îdarî : 83
Şaredariyên Qeyûm lê hatin bicihkirin: 29
Binpêkirina mafê tendurisityê: 98
Hejmara giştî ya binpêkirinan 7 hezar û 907.