‘Divê em Tirkiyeya ku Denizan xeyala wê kirin ava bikin’

Alkan diyar kir di savlgera 45’an a darvekirina Denizan de têkoşîna şoreşgerî didome û got, ‘’Divê em Tirkiyeya demokratîk ku Denizan xeyala wê kirin ava bikin’’.

Serokê Komeleya Lêkolîn û Hevgirtinê ya bi 78’yiyan a Amedê Ganî Alkan diyar kir di salvgera 45’an a darvekirina  Deniz Gezmiş û hevalên wî de têkoşîna şoreşgerî didome, bang li gelan kir û got: ‘’Divê em Tirkiyeya demokratîk a ku Denizan xeyalan wê dikir ava bikin’’

Ganî Alkan têkildarî salvegera 45’an a darvekirina Deniz Gezmiş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan ji ANF’ê re axivî.
Ganî Alkan got Mahir Çayan û hevalên wî ji bo ku darvekirina Deniz Gezmîş û hevalên wî asteng bikin ji girtîgehê reviyane û li Kizildereyê hatine kuştin, Deniz û hevalên wî jî 6’ê Gulana 1972’an hatine darvekirin.

 ‘HIŞMENDIYA AKP’Ê Û YA KU DENIZ BI DAR VE KIRIN YEK E’

Alkan diyar kir dema ku Deniz Gezmiş ber bi darvekirinê diçû gotiye ‘’Bijî biratiya Tirk û Kurdan’’ û bi vê jî ji tevgera şoreşger a Tirkiyê û Kurdistanê re bûye best û wiha got, ‘’Ti cihêtiya hişmendiya ku Deniz bi dar ve kirine û ya AKP’ê bi zor û dek û dolaban rejîma yek zilamî li ser gelan ferz dike nîn e û got: ‘’Li hêlekê Tayyîp Erdogan heye ku kêşeyên navxweyî ji nedîtî ve tê û di çaresernekirina kêşeyan de bi israr e û li hêla dî jî li meydanan dibêje, ‘birayên min ên Kurd’, ev jî nîşan dide ku di hişmendiyê de tiştek neguheriye. Di vir de peywira ku dikeve ser her kesî ew e ku ji bo Denizan û ji bo şehîdên şoreşê ku di vê rêyê de canê xwe dane welatekî demokratîk were avakirin. Demokrasî bi operasyonên leşkerî pêk nayê, bi destûreke sivîl û bi rakirina tecrîdê ya li ser Birêz Ocalan û bi vegera li ser pêvajoya muzakereyê pêk tê. Daxwaza me ew e ku Tirkiyeyeke demokraîk û azadiya ramanê lê heye ku xeyala Denizan bû di demeke nêz de pêk were.