Li North Westê Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk hate avakirin

Bi beşdarbûna gelek kesan ve kongreya Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a North West a ku bajarên mîna Nerseysîde-Lîverpool, Mancherster, North Wales û Chershîre digire nava xwe, hate lidarxistin.

Avakirina meclîsên gel ên nû yên li Bakurê Îngîlteryê didomin. Bi beşdarbûna gelek kesan ve kongreya Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a North West a ku bajarên mîna Nerseysîde-Lîverpool, Mancherster, North Wales û Chershîre digire nava xwe, hate lidarxistin.

Kongreya ku ji çar parçeryên Kurdistanê tevlî bibûn, bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Piştî hilbijartina dîwanê û şûnde, nirxandinên siyasî hatin kirin.

Di nirxandinên siyasî yên kongreyê de hatin kirin, diyar kirin ku şikandian tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurda Abdullah Ocalan enceq bi têkoşînekî aktîv û rêxistinkirinekî xurt mimkûne.

Piştî nirxandinên siyasî û şûnde, derbasî hilbijartina hevserok û komîsyonan bûn.

Fatma Çelebî û Mîrza Yolcû weke hevserokên Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a North Westê hatin hilbijartin.

Ji bo birêvebirina xebatên Meclîsê jî 12 komîsyon hatin avakirin.