DÎTÎB hêjayî xelata ‘Sîxûrê Salê’ hate dîtin
DÎTÎB a ji bo rejîma Erdogan li Elmanyayê têkildarî kesên diçin serdana mele, endam û mizgeftan agahiyan kom dikin hêjayî xelata ‘Sîxûriyê ya salê’ hate dîtin.
DÎTÎB a ji bo rejîma Erdogan li Elmanyayê têkildarî kesên diçin serdana mele, endam û mizgeftan agahiyan kom dikin hêjayî xelata ‘Sîxûriyê ya salê’ hate dîtin.
Li gorî Komeleya Cesaretê ya Dijîtal a xelata bi navê “BîgBrotherAward" dayî, diyar kir ku DÎTÎB li pêş çavê hikûmeta Elmanyayê, nirxên mafê mirovan li bin lingan dixe.
Komeleya Cesaretê ya Dijîtal (Dîgîtalcoûrage) a navenda wê li bajarê Bîelefeld ji sala 2000’an û şûn ve xelata nerênî ya bi navê "BîgBrotherAward" dide kes an jî saziyên ku mafê bingehîn ên mirovan bin pê dike . Komele, bi vê armancê jûriyek ji saziyên cuda cuda yên mafê mirovan kom dike, di derbarê kes yan jî saziyên ku tên hilbijartin de, bal dikişîne ser xebatên wan ên sîxûriyê.
Di kategoriya polîtîk a komeleyê de xelata "BîgBrotherAward 2017" layîqî Yekîtiya Îslamî ya Tirk a Karê Diyanetê (DÎTÎB) a ku nûnertiya wê Sekreterê Gişîtî yê DÎTÎB’ê Dr. Bekir Alboga dike hat dîtin. Wê îşev bi merasîmekê kesên hêjayî xelatê hatine dîtin wê bên eşkerekirin.
DÎTÎB a ku li Elmanyayê li 900 mizgeftan xebat dide kirin, ev demeke ji bo Erdogan weke şaxekî ya sîxûriyê xebat dike di rojeva welat de ye. Derketibû holê, DÎTÎB a ku weke mehmûrê Karê Diyanetê dike, endam û erkdarên wê, têkildarî cemaeta Gulen û Kurdan agahiyan kom dike û dişîne ji bo MÎT’ê.
Lêpirsîna serdozgerê Elman ê di derbarê DÎTÎB’ê de didome, xelata ‘Sîxuriya Salê’ ya Komeleya Cesaretê ya Dijîtal a vê salê carekî din balê dikişîne ser xebatên DÎTÎB’ê.
Komeleyê bal kişand ku DÎTÎB, derbarê kesên ku diçin serdana mele, endam û mizgeftên wan dikin agahiyan kom dikin, ji bo meqamên fermî yên Tirk û Rêxistina Sîxûriyê ya Mîlî (MÎT) radigihîne. Komele wiha diyar kir: “DÎTÎB dibe sedem ku ev kes ji aliyê dewleta Tirk ve bên derxistin.”
Komeleyê sedemê xelatdayina DÎTÎB’ê jî bi vî rengî diyar kir:
“Meleyên DÎTÎB’ê, ji bo di bin navê daxwazên hikûmeta Tirk bi cih bîne, bi xebatên sîxûriyê, mafên azadiya ol, azadiya raman û mafê jiyana civakî yên mafên bingehîn ê li Elmanyayê bi ‘Real Lîfe’ tê binavkirin li bin lingan xistiye. Heta vê gavê jî têkildarî xebatên sîxûriyê ti daxuyaniyên şermezarkirinê ji aliyê DÎTÎB’ê ve nehatine kirin.
Komeleyê diyar kir ku meqamên ewlekariyê yên Elmanyayê pê agahdarin ku li Seferetxane û Sefaretxaneya Tirk nêzî 150 endamên MÎT’ê kar dikin, ev bang li hikûmeta Elmanyayê kir:
“Xebatên MÎT’ê yên li vir hem dixwazin Tirkiyên li Elmanyayê dijîn bişopînin, hem jî kesên li vir bikin alîgirên Erdogan, meqamên hikûmeta Elman û ramana raya giştî ya li vir bixe di bin konrtola xwe de.