Boltan: Em xizmetê ji televizyonên Kurd re bikin

Berdevkê Insîyatîva Rojnamevanên Azd Boltan li dijî hewldana girtina televizyonên Kurd ên ji hêla Eutelsatê ve, bi daxwaza AKP’ê helwest nîşan da û got, ‘’Bi xizmetkirina ji van qenalan re ku dixwazin bigirin, divê em bersivê bidin ên ku vê êrîşê dikin’’

Piştî hewldana Desteya Bilind a Radyo û Televizyonê (RTUK) 2016’an Eutelsatê bi awayekî ne hiqûqî dawî li weşana Med Nûçe û Newroz Tv anîbû. Niha jî ji bo ku weşana Ronahî TV, News Channel û Stêrk TV hewl dide.

Berdevkê Insîyatîva Rojnamevanên Azad Hakkî Boltan biryara Eutelsatê ya bi daxwaza Tirkiyê girtina Ronah û Stêrk Tv û News Channalê weke skandalê bi nav kir û got, ‘’Li dinyayê ti mînaka wê nîn e ku welatek li zextê li ser şîrketeke bike ku li welatekî weşanê dike û dixwaza dengê çapemeniyê bibire, ne pêkan e ku ev rewş were qebûlkirin.’’

Boltan got, ‘’Qenalên ku dixwazin dengê wan bibirin, hem ji bo kevneşopiya çapemeniya azad, hem ji bo nirxên mirovî xwedî giringiyeke krîtîk û stratejîk in û her wiha li dijî DAIŞ’ê ya li Rojhilata Navîn ku dijminê mirovahiyê, ev qenal hewl didin ku mirovahiyê biafirînin’’ û wiha pê de çû: ‘’Kedkarên qenalên navborî ji bo ku  tiştên li herêma şer dibin bigihînin mirovahiyê bêyî ku bifikirin canê xwe feda kirin. Lê îro li Ewropayê ku bi azadiya çapemeniyê pesnê xwe dide, şîrketên weke Eutelsatê di ber pereyan de bêyî ku bikeve dudilyekê azadiya çapemeniyê binpê dike. Pereyan tercîhî azadiyê, mirovahiyê û rastiyê dikin.’’

 ‘JI BO ME WÊ BI SERKEFTINÊ BI ENCAM BIBE’

Boltan diyar kir armanca AKP’ê ya ji girtina qenalên Kurdan ew e ku hem li nav sînorên Tirkiyê û hem jî li derveyî sînoran dixwaze kevneşopiya çapemeniya azad bi temamî ji holê rake û wiha domand:

 ‘’Li Tirkiyê ku şertên Rewşa Awarte lê serdest in, ne li dijî êqil e ku were xwestin kevneşopiya çapemeniya Kurd û azad ji holê rakin, ya li dijî êqil bêdengiya wan kesan e  ku  dibêjin em Kurdan qebûl dikin û di vê rêyê de têdikoşin û her wiha desteka wan e. Ji bo şîrketên weke Eutelsatê ti giringiya komkujiyên ku têne jiyîn û wê werin jiyîn nîn e. Derdê wan ew e ku di ber pereyan de bi Tirkiyê re peymanan îmze bikin. Ez vê rewşa ku ji bo mirovahiyê û çapemeniyê hetîketî ye şermezar dikim. Berxwedana çapameniya azad a li Tirkiyê, Ewropa û li dijî Eutelsatê wê bi ser bikeve. Em êrîş ali ser News Channel, Stêrk TV û Ronahî TV şermezar dikin.’’

Boltan herî dawî bang li nûçegihanên herêmê kir û got, li dijî van nehiqûqiyan, bi dildarî xizmetê ji van qenelan re bikin û bi vî awayî jî em ji van êrîşan re bibin bersvi.