ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ocalan namzetê Xelata Aştiyê ya Sydneyê ye
Yek ji oldarên girambar ê Awûstralyayê Bîll Crews, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Xelata Aştiye ya Sydneyê namzet nîşan da. -
Elmanya lîsteya sûîqestê ya MÎT'ê vedişêre
MÎT'ê di meha Adarê de lîsteyek radestî musteşara Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê Emîly Haber kir. Tevî ku 2 meh di ser vê yekê re derbas bûye, Elmanya vê lîstiyê eşkere nake. -
Aydar: Dozgerê Belçîkî mîna nûnerê Tirkiyeyê tevdigere
Aydar: Ev doz, dozeke li dijî tevgera Kurd e ku ji aliyê Tirkiye û hevalbendên wê ve hatiye amadekirin. -
Bi rêbaza ART wê emrê nexweşên HÎV'ê bê dirêjkirin
Di têkoşîna dijî vîrûsa HÎV'ê de, ku ev vîrûs rê li ber nexweşiya AÎDS'ê vedike û zêdeyî 34 mîlyon kes bi vê vîrûsê ne, bi rêya tedawiyê wê emrê nexweşan karibe bê dirêjkirin. -
Li Amsterdamê ji bo Gulmen, Ozakça û Gun çalakî hate lidarxistin
Li bajarê Amsterdam ê Hollandayê, ji bo Gulmen, Ozakça û Gun çalakiyek hate lidarxistin. -
Kurdên li Elmanyayê li dijî Eûtelsatê dadikevin qadan
Kurdên li Elmanyayê, wê li 6 bajaran biryara Eûtelsatê şermezar bikin. Hevserokê NAV-DEM'ê Bahattîn Dogan bang li her kesî kir, ku piştgiriyê bidin televîzyonên Kurdan. -
Çalakiya şermezarkirina Eûtelsatê ya li Kolnê dewam dike
Li bajarê Koln ê Elmanyayê, çalakiya şermezarkirina biryara Eûtelsatê ya ji bo qutkirina weşana televîzyonên Kurd, dewam dike. Kurdistaniyên ji bajarê Troîsdorfê hatin, duh çalakî dewr girtin. -
Kedkarên civakî ji bo Gulmen û Ozakça li ser linag in
Endamên Eniya Kedkarên Civakî û Şaxa No 3 a Egtîm Sen a Stenbolê, ji bo piştgirîkirina Gulmen û Ozakça yên ku li dijî ji karderxistinên kêfî ku ev 64 roj in di greva birçîbûnê de ne, li Qada Galatasarayê bi qasî saetekê çalakiya rûniştinê lidar xistin. -
Şaredarê Cenevreyê banga hiqûqê li Tirkiyeyê kir
Li Zanîngeha Cenevreyê ji bo Gulmen û Ozakça yên ku 63 roj in di grevê de ne, çalakiya piştgiriyê hate lidarxistin. -
Li Parîsê çalakiya ‘Raweste Erdogan, raweste Eûtelsat’
Çalakiyên protestoyê yên li paytext Parîs a Fransayê li dijî biryara Kargeha peyka Eûtelsat a Fransî ya ji bo girtina televîzyonên Kurdî hatibû destpêkirin dewam dikin. -
Eûtelsat li Brîghton û Romayê hate protestokirin
Biryara rawestandina weşana 3 televîzyonên Kurdî ku ji aliyê Kargeha peyka Eûtelsatê ya Fransî, li Qiraltiya Yekbûyî û Îtalyayê hate protestokirin. -
Li hemberî hewldana girtina televîzyonên Kurd nerazîbûnên navnete
Li Ewropayê li hemberî hewldana AKP û Eûtelsatê ya ku dixwazin televîzyonên Kurd bigirin, nerazîbûn zêde dibin. -
Li Îzmîr û Eskîşehîrê operasyona qirkirina siyasî
Li Îzmîr û Eskîşehîrê di operasyonên qirkirina siyasî de gelek kes hatin binçavkirin. -
DÎDF'ê di hilbijartinên NRW de ji bo Partiya Çep bang kir
Federasyona Komeleyên Karkeran a Demokratîk (DÎDF) bang kir, ku di hilbijartinên Eyaleta Nordrheîn Westfalenê de deng ji Partiya Çep re were dayîn. -
Erdogan û Barzanî wê di heman wextê de li DYA bin!
Serokkomarê Tirk Erdogan û Berpirsyarê Îstîxbarata PDK'ê Mesrûr Barzanî wê di heman wextê de biçin serdana Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA). -
TKP/ML TÎKKO: Bayraktaroglû giyanê serhildêr ê Geziyê ye
Fermandariya Rojava ya TKP/ML TÎKKO, ji bo serfermandarê DKP û BOG’ê Ûlaş Bayraktaroglû ku di Pêngava Xezaba Firatê de jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek da. -
Cezayê girtina heta bi hetayê li çeteyê 'artêşa azad' hat birîn
Çeteyekî ku rola xwe di înfazkirina 20 leşkerên rejîma Sûriyeyê de heye, li Awûstûryayê bi cezayê girtinê yê heta bi hetayê hate cezakirin. -
Hikumeta Baselê li dijî ajanê Tirk kete dewrê
Wezîrê Edaletê ya Kantona Baselê diyar kir, mirovên ku dibêjin; polîsê Swîsreyî yê Tirk ê ku derket holê ajanê dewleta Tirk e ew mexdûr kirine, dikarin bi rengekî şexsî serî li Dozgeriya Baselê bidin. -
Kendal: Divê em li dijî yên dixwazin dengê me bibirin bisekinin
Hevseroka NCDK-S Kendal got, hewl tê dayîn mafê agahîgirtinê yê gelê Kurd di ber peymanên bazirganiyê de ji holê were rakirin û bang li gelê Kurd kir, ku dakeve qadan û xwedî li televîzyonên xwe derkeve. -
AvEG-Kon: Eûtelsatê tifaqa xwe ya gemarî îspat kir
AvEG-Konê got, "Şîrketa peykê ya Fransayê Eûtelsat careke din hewl dide qenalên televîzyonê yên Kurd bigire" û bang lê kir, ku dawî li vê hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re bîne. -
Nûnerên TV Kurd, bi Sendîkaya Rojvanevanên Belçîkî re civiyan
Di derbarê biryara girtina weşana Stêrk TV, Ronahî TV û News Channel a ji aliyê Peyka Kargeha Eûtelsatê ve heyeta ku ji nûnerên her 3 kenalan pêk dihat, bi midûrê Sendîkaya Rojnamevanên Belçîkî re civînek pêk anîn. -
Koalîsyon: Çek dayîna QSD'ê wê bi awayekî lez destpê bike
Berdevkê Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ'ê, John Dorîan ê Emrîkî ragihand ku wê sewqiyata çekan a ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi awayekî lez destpê bike. -
Serfermandarê BOG’ê li Reqayê jiyana xwe ji dest da
Serfermandarê BOG’ê Ûlaş Bayraktaroglû yê ku beşdarî operasyona rizgarkirina Reqayê bû, di şerê bi çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da. -
Li Parîs û Den Haagê Eûtelsat hat protestokirin
Li paytexta Fransayê Parîs û li bajarê Den Haag ê Hollandayê, li hemberî gefa Eûtelsatê ya li ser televîzyonên Kurdan çalakiyên protestoyê hate lidarxistin. -
Li Brîtanyayê kongreya Meclîsa Gelê Kurd hate avakirin
Li Brîtanyayê bi beşdariya 500 kesan, Meclîsa Gelê Kurd 11’emîn kongerya xwe ya asayî lidar xist.