Polîs hemû agahiyên Esenyurtiyan kom dike!
Midûryeta Emniyeta Esenyûrtê, ji rêveberên apartman û avahiyan daxwaz kir ku agahiyên kesên di avahiyên kirê de û xwediyê malan daxwaz kir.
Midûryeta Emniyeta Esenyûrtê, ji rêveberên apartman û avahiyan daxwaz kir ku agahiyên kesên di avahiyên kirê de û xwediyê malan daxwaz kir.
Hikûmeta AKP'ê bi taybet li cihên ku Kurdistanî lê dijîn dest bi xebatên komkirina agahiyên di derbarê wan de kiriye.
Midûryeta Emniyetê ya Esenyûrt a Stenbolê, nivîs ji hemû rêveberên apartman û avahiyan re şand ku agahiyan di derbarê kesên di kirayan û xwediyê malan de daxwaz kir. Di nivîsa ku ji hemû rêveberan re hatî şandin de tê xwestin ku li gorî Qanûna Agahîdayîna Nasnameyan, kesên ku li avahiyan de dijîn, kar dikin an ne, veşartinên ku di odeyên avahiyêde hene yan ne û li ser tiştên veşartî û madeyên hişber hene yan ne agahî bidin.
Her wiha di nivîsê de tê diyar kirin ku rêveberên apartmanan neçar in li gorî qanûnan tevbigerin. Di nivîsê de heta 15'ê Gulanê ji rêveberan tê xwestin ku agahiyan hemû bi şêweyekî nivîskî bişînin ji navenda polîsan re û eger neyê şandin wê 33 TL cezayê pere li wan were birîn.