Elmanya: Ji bo darvekirinê em rê nadin sindoq bê danîn
Hikûmeta Elmanyayê, ji bo daxwaza Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan a darvekirinê bixe referandûmê, wê rê nede ku li welatê wan sindoqan danin.
Hikûmeta Elmanyayê, ji bo daxwaza Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan a darvekirinê bixe referandûmê, wê rê nede ku li welatê wan sindoqan danin.
Berdevkê Hikûmeta Federal Steffen Seîbet ê ku têkildarî cezayê darvekirinê yê ku Erdogan di her kêliyê de tîne ziman û bi taybet di vê demê dawiyê de xistina rojevê, axivî û diyar kir ku darvekirin di Destûra Bingehîn a Elmanya û nirxên Ewropayê de li hev nayên. Seîbert têkildarî referandûma darvekirinê wiha got: “Pêkanînekî bi vî rengî li dijî Destûra me ya Bingehîn û ne jî li gorî nirxên Ewropayê ye, eger ji bo dengdanê tiştek bê kirin ne mimkûne ku em li Elmanya rê bidin vê yekê.
Seîbert destnîşan kir ku ji bo referandûmekî bi vî rengî divê destûrê ji wan bixwaze, diyar kir ku wê rê nedin serlêdanekî bi vî rengî . Seîbert got: “Ev tê wê wateyê ku wê Hikûmeta Federal a Elmanyayê daxwazekî bi vî awayî red bike. Hikûmet dikare dengdana li Elmanyayê qedexe bike. Ji bo pêşîlêgirtina hewldanekî bi vî rengî wê destkeftiyên hiqûqê bê bikaranîn.
Steffen Seîbert bibîr xist ku hê têkildarî referandûma darvekirinê ji Tirkiyeyê daxwazekî bi vî rengî nehatiye, ji ber vê jî bersiva dayî dide nîşandan ku têrê dike.
Ji beriya Seîbert jî, namzetê Serokwezîriyê ya Partiya Demokrat a Sosyalîst (SPD) Martîn Schûlz ê ku ji beriya niha ji Kovara Der Spîegel re axivîbû, diyar kiribû ku ew li dijî referandûma darvekirinê ne. Schûlz diyar kiribû ku Tirkiyeyiyên li Elmanyayê dijî jî li dijî dengdayina darvekirinê ne, behsa girîngiya darvekirinê ya li dijî Destûra Bingehîn a Elmanya û nirxên wê kiribû.