Tehran: Îtîraza me tune ye ku DYE li Îranê veberhênanê bike
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçi diyar kir ku sektora petrol û xazê jî di nav de îtîraza wan tune ye ku şîrketên Emerîkî li Îranê bixebitin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçi diyar kir ku sektora petrol û xazê jî di nav de îtîraza wan tune ye ku şîrketên Emerîkî li Îranê bixebitin.
Arakçî di daxuyaniya xwe de anî ziman ku wan ‘’li Îranê hebûna şîrketên Emerîkî qedexe nekiriye’’ û destnîşan kir ku sedema nebûna kiryarên bazirganî ên Emerîkayê pêkanînên Washingtonê ne.
Arakçi da zanîn ku pêkanînên sereke li pêşiya sazî û kardêrên Emerîkî astengî ne ku li gel Îranê bixebitin û got: ‘’Ev qedexe û ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi xwe ve hatine kirin.’’
Abbas Arakçi got: ‘’Ji bo şîrketên Emerîkî li Îranê kar bikin, divê DYE pêkanînên xwe yên cezayî rake.’’
Têkildarî bernameya nukleerê ya Tehranê ji 12’ê Nîsanê ve ye bi navbeynkariya Ummanê di navbera Îran û DYE’ê de bi armanca lihevkirinê hevdîtin tên kirin.
Ev hevdîtinên di navbera her du welatan de ji vekişîna DYE’yê ya peymana nukleera Îranê ya sala 2018’an heya niha yên herî astbilind in.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê diyar kir ku Tehranê tu caran qedexe dernexistine û sektora petrol û xazê jî di nav de şîrketên Emerîkî dikarin li Îranê bixebitin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Serokê DYE’yê Donald Trump roja Pêncşemê li Qeterê diyar kir ku Washington û Tehran li nêzî lihevkirina têkildarî bernameya nukleerê bûne.
Lê belê roja Çarşemê DYE’yê pêkanînên xwe yên cezayî yên têkildarî kes û şîrketên Îranî ku bi alîkarîdayîna hilberîna moşekên balîstîk ên navparzemînî tên tawanbarkirin, eşkere kiribû.
Di demên dawîn de ji aliyê Îranê ve sînyalên lihevkirinê tên dayîn. Li gorî malpera NBC Newsê şêwirmendê Serokê Olî Ali Hamaney Ali Şamkani diyar kiriye ku li beramberî tavilê rakirina hemû pêkanînên aborî yên li dijî Komara Îslamê wê Îran tu caran çekên nukleerî hilneberîne, wê ji stokên ûranyûma dewlemendkirî rizgar bibe, wê ûranyûmê bes ji bo bikaranîna sivîl di asta hewce de dewlemend bike û wê destûrê bidin ku çavdêrên navneteweyî çavdêriya pêvajoyê bikin.
Her wiha roja Sêşemê Alîkarê Wezîrê Karên Derve Mecîd Taht-Ravançi anîbû ziman ku ew di hevdîtinên li gel DYE’yê de negihane asta hûrgiliyan û ew amade ne ku asta dewlemendkirina ûranyûmê bi demkî sînordar bikin.