Demîrtaş: Dibe ku lihevkirinên nû pêk werin
Demîrtaş ji girtîgehê peyamek şand û got, "Bila her kes baş zanibe, di nava hevpariya demokrasiyê de dibe ku di demên pêş de tifaqên nû pêk werin."
Demîrtaş ji girtîgehê peyamek şand û got, "Bila her kes baş zanibe, di nava hevpariya demokrasiyê de dibe ku di demên pêş de tifaqên nû pêk werin."
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye, der barê encamên referandûmê de peyamek şand. Demîrtaş, banga bendbendî nekirina civakê kir û diyar kir, ku dibe di demên pêş de tifaq pêk bên.
Peyama Demîrtaş wiha ye:
"Ez destpêkê hemû gel, partî û dostên xwe bi rêzdarî silav dikim. Bi hêzbûna hêviya aştî û azadiyê ya piştî referandûma 16’ê Nîsanê çêbûye me kêfxweş dike. Lê civak wekî du aliyên 'Erê' û 'Na' ji hev cudakirin rast nabînin û bi taluke ye. Kesên gotin 'Erê' wekî kesên dijdemokrat nîşandayîn tenê biçûkxisitna gel e. Gelek kesên gotin 'Na' û 'Erê', kesên ku hesreta azadî û demokrasiyê dikişinin. Ji ber wê tenê bloka demokrasiyê wekî 'na' dîtîn tê wateya îxmalkirina bêmaf a gel. Divê hemû kes zanibe di hevpariya demokrasiyê de dibe di demên pêş de tifaq pêk bên. Divê saziya siyasetê ji vê re vekirî be. Wê heta 2019’an gelek di gelek parametreyên siyasî de guhertin pêk bên.
Em bi parastina pîvanên sekna xwe re ji çareseriyên demokratîk ên bi pîvan re vekirîne. Lê ji niha ve li ser navên 2019’an nîqaşkirin ne rast e. Ya rast divê ne nav pîvan bên nîqaşkirin. Bi vê bonê ye em ê ji xebatên ji bo perspektîfa aştiya civakî ya bi pîvanên demokratîbûn û bingehên azadiyê re vekirîne. Ev xebat ji bo 'Na' jî ji bo 'Erê' jî derbasdar in. Kesek nikare gel wekî malê xwe yê siyasî bibîne û kesek nikare peymanên bê pîvan li ser gel ferz bike. Em wekî HDP em ê di her şert û mercî de pîvanên xwe bingeh bigirin. Bi vê boneyê em spasiya hemû gelê xwe yê ku gotine ‘Erê’ yan ‘na’ dikin û silav dikin. Bila ti gumana we ne be wekî HDP em ê dersen rast ji encama referandumê derxînin ez we birêzdarî silav dikim."