Ji bo her du kadroyên pêşeng ên PKK Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ku di 12’emîn Kongreya PKK’ê de şehadeta wan hate îlankirin, li Kurdistan, Ewropa û bajarên Tirkiyeyê bi beşdarbûna hezaran merasîmên bîranînê tên lidarxistin.
Wê di 17’ê Gulanê de li Londona paytextê Îngilistanê ji bo her du kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn merasîmeke girseyî were lidarxistin. Merasîm wê 17’ê Gulanê di saet 18.00’an de li Navenda Civaka Kurd a Londonê were lidarxistin û tê payîn ku gelek Kurdistaniyên ji bajarên cuda beşdarî merasîmê bibin. Li Londonê belavokên têkildarî merasîmê hatin belavkirin û Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Saît Sûrûç bangek kir.
Saît Sûrûç diyar kir ku ew ê her du ewladên gelê Kurdistanê ên wêrek û kadroyên pêşeng ên tevgera azadiyê bi bîr bînin û bi bîr xist ku Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hemû jiyana xwe bexşandine têkoşîna azadiya gelê Kurd û Kurdistanê û ev bang kir: ‘’Weke Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê ji bo diyarkirina dilsoziya xwe ya ji pêşengên têkoşîna azadiyê re û îradeya xwe ya ku em ê şopdarên wan bin, nîşan bidin em hemû Kurdistanî, welatparêz, gelê xwe, rêxistinên demokratîk, siyasetmedar, karker û kedkaran vedixwînin merasîma bîranînê. Ji bo nûkirina soza bilindkirina ala wan û pêkanîna îdelên wan 17’ê Gulanê di saet 18.00’an de em li binaya Navenda Civaka Kurd a Londonê kom bibin.’’
MERASÎNA NAVENDÎ: 18’Ê GULANÊ LI SOLOTHURN
Yek ji merasîmeke bîranînê ya navendî wê 18’ê Gulanê roja Yekşemê di saet 12.00’an de li bajarê Solothurn ê Swîsreyê were lidarxistin. Merasîma ku wê bi pêşengiya Konseya Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S), KOMAW û YJK-S’ê were lidarxistin, wê li Oscar Palaceyê were lidarxistin.
Hevseroka CDK-S’ê Dîlan Çetînkaya diyar kir ku amadekariyên merasîma bîranînê hatine temamkirin û got: ‘’Em ê pêşengên xwe yên damezrînerên heqîqet û jiyana azad bi bîr bînin.’’
Çetînkaya destnîşan kir ku amadekariyên merasîma bîranînê ya navendî hatine temamkirin û ev yek anîn ziman: ‘’Di serî de jin û ciwan em hemû gelê xwe vedixwînin merasîma bîranîna Heval Fûat û Riza Altûn ên sembola heqîqet û jiyana azad. Em ê soza xwe ya pêkanîna xeyalên wan û biryardariya xwe ya ku em ê şopdarên wan bin bi minetdarî dubare bikin. Em bang li hemû gelê xwe û dostên xwe dikin ku beşdarî merasîma bîranînê ya li Oscar Palaceya ya li kantona Solothurn a 18’ê Gulanê were lidarxistin, bibin. ‘’
ÎNGILISTAN/LONDON
DÎROK:17’ê Gulanê, Şemî
SAET: 18:00
CIH: Navenda Civaka Kurd/Haringey
NAVNÎŞAN: Portland Gardens, Harigey Ladder/ N4 1HU
SWÎSRE/SOLOTHURN
DÎROK:18’ê Gulanê, Yekşem
SAET:12:00
CIH: Oscar Palace
NAVNÎŞAN: Maienstrasse 6 2540 Grenchen