ROJANE
Hemû Nûçe
-
Îstîhbarata Elmanyayê: PKK li dijî DAIŞ’ê têdikoşe
Îstîhbarata Elman îddîaya Gabrîelê Wezîr a ku digot “PKK bazirganiya tiryakê dike” pûç kir. Îstîhbaratê diyar kir ku PKK bi bexş û bi firotina weşanan pereyan kom dike û got, “Ev pere ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ’ê hate xerckirin.” -
Kemalbay: AKP rêveberiyeke ne rewa ye!
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Kemalbay, beriya rûniştina doza Yuksekdag li ber avahiya edliyeyê daxuyanî da. -
Dijberên G20 hişyarî dan: Em ê park û qadan dagir bikin!
Li Hambûrgê beriya G20 ragêşî bilind dibe. Di çalakiyên dijber de şer diqewimin û krîza herêma kampê a çalakiyan jî nehatiye çareserkirin. -
Baydemîr: Li ser HDP’ê rewşa awarte tê pêkanîn!
Berdevkê HDP’ê Baydemîr, beriya rûniştina doza Yuksekdag daxuyanî da. -
33 rewşenbîr di salvegera 24’an de li Munchenê hatin bibîranîn
33 rewşenbîrên ku li Sêwasê hatin kuştin li bajarê Munchen ê Elmanyayê hatin bibîranîn. -
Li Torînoyê çalakiya ji bo Ocalan
Kurdistaniyên li bajarê Torîno dijîn, bi navê "Azadî ji Ocalan re, bes e ji dagirkeriya li Kurdistanê re" mîtîngek lidar xistin. -
Maîzîêre: Hêvîdarim ku wê Erdogan li gorî qedexeyê tevbigere
Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê Thomas de Maîzîêre hişyarî da Serokkomarê Tirk Erdogan ê ku ji bo civîna bilind a G-20'an bê Hambûrgê û got, "Hêvîdarim wê li gorî qanûnên me tevbigere." -
Li Elmanyayê endamekî din ê MÎT'ê deşîfre bû
Li Elmanyayê endamekî din ê MÎT'ê ku xwe amade dikir sûîqestê li rêveberên saziyên Kurd ên li Elmanyayê bike deşîfre bû. -
Yoruk: AKP dixwaze ketina Reqayê bi dereng bixe
Alîkar Doç. Dr. Zafer Yoruk got, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê, ji bo derengxistina ketina Reqayê ne. -
Polîsan pêşî li birêketina parêzerên Yuksekdag girtin
Parêzer ji bo tevlî rûniştina doza Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag bibin ber bi Enqereyê ve bi rê ketin. Lê belê polîsên Tirk pêşî li wesayita wan girtin. -
KNK'ê desteserkirina mal û milkên Asûrî-Suryaniyan şermezar kir
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), desteserkirina dêr, keşîşxane, erd û zeviyên Asûrî-Suryaniyan ji aliyê dewleta Tirk ve, şermezar kir. -
'Kuştina bi wesayitên zirxî, rêbaza nû ya dewletê ye'
Alîkara Hevserokên Giştî yên ÎHD'ê parêzer Gulseren Yolerî got, "Kuştina bi wesayitên zirxî, rêbaza nû ya dewletê ye. Bi rengekî organîze dixin dewrê û yên komkujiyê dikin jî bi rengekî taybet tên parastin." -
Demîrtaş hêjayî berendamtiya Xelata Mafên Mirovan a Vaclav Havelê hate dîtin
Koma Çepgir a Ewropayê ya Yekgirtî (ÛEL) ya ku li Meclîsa Parlementerên Konseya Ewropayê koma wê heye, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş hêjayî berendamtiya Xelata Mafên Mirovan a Vaclav Havelê dît. -
Îdîanameya 6 rojnamevanan hate qebûlkirin
Îdîanameya ku di derbarê 6 rojnamevanan de ku Gerînendeyê Nûçeyan a Ajansa DÎHA’yê Çelîk jî di nav de ye, ji ber maîlên Berat Albayrak kiribûn nûçe ku 191 roj in girtî, hate erêkirin. -
NÛ BÛ-HDP’yî beşdarî ‘Meşa Edaletê’ bûn
Heyeta HDP’ê beşdaîr ‘Meşa Edaletê’ bû. Heyeta ku bi qûrnefîlan Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû û yên li gel li navçeya Karatepe ya Kocaeliyê pêşwazî kirin, banga bilindkirina daxwaza edaletê kirin. -
Macron di reformên Fransa û Ewropayê de ‘bi biryar e’
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron di Kongreyê ji yekbûna Meclîsa Neteweyî û Senatoyê pêk tê de axivî. Macron li ser siyaseta xwe ya 5 salan axivî û diyar kir ku ew di gelek reforman de bi biryar e. -
OGÎ: Her meh mafê rojnamevanan tê binpêkirin
Însyatîfa Rojnamevanên Azad binpêkirinên mafan a meha Hezîranê eşkere kir û wiha got: "Ji bo rojnamevanan Tirkiye bûye welatê girtîgehê." -
Ji bo Yildirim ê HDP’yî qedexeya siyasetê
Di çarçoveya doza lêpirsînê ya bi îdîaya “Heqaret li serokkomar kiriye’ ku di derbarê Yildirim ê HDP’yî de hatibû vekirin, 1 sal û 2 meh cezayê girtîgehê û qedexeya siyasetê hate xwestin. -
Elmanya: Erdogan bi destûra me dikare li sefaretxaneyê biaxive
Elmanya ya ku lidarxistina mîtîngê ya Serokkomarê Tirk Erdogan qedexe kiribû niha jî daxuyanî da û got: “Erdogan bi destûra me dikare li sefaretxaneyê biaxive.” -
Kemalbay: Kes nikare meşa me rawestîne
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay nerazîbûn li dijî astengkirina li ber Girtîgeha Kandirayê nîşan da û got: "Em tevayî gel bi taybet jinan vedixwînin rûnîştina doza Yuksekdag. Em ê ji îro pêve ji meşa xwe bidomînin, kes nikare meşa me rawestîne." -
Çalakiya 'Meşa Edaletê' ya HDP'ê tê astengkirin
Heyeta HDP'ê ya tevlî 'Meşa Edaletê' bibe dixwaze daxuyaniyê bide çapemeniyê, lê belê jenderme dibin asteng. -
Li Mûsilê nexweşxaneyeke zanîngehê ji DAIŞ'ê hat standin
Hêzên Iraqî di operasyona Mûsilê de bi pêş ve diçin. Nexweşxaneyek li nêzî herêma Mûsil a kevn, ji çeteyên DAIŞ'ê hate standin. -
Mijar Kurd be Elmanya ne kêmî dewleta Tirk e!
Berevajî îdîayên ku rejîma Erdogan ji rêveberiya Berlînê re dibêje "Hûn destekê didin PKK'ê" derket holê ku Elmanya li dijî tevgera azadiyê ay Kurd çi jê tê dike. -
Amadekariyên Tirkiyeyê yên ji bo dagirkirina Efrînê
Amadekariyên Tirkiyeyê yên ji bo dagirkirina Efrîn û Şehbayê dewam dikin. Di çarçoveya plana dagirkeriyê de, li herêmên beriya niha weke 'herêma leşkerî' hatin ragihandin, gund tên valakirin. -
Kîjan Edalet?
Kemal Kiliçdaroglû dibêje; "Edaletê dixwazim", lê diyare ku edaletê bi tenê ji xwe re dixwaze. Yanî edaletê bi tenê ji Enîs Berberoglû re dixwaze.