NÛ BÛ-HDP’yî beşdarî ‘Meşa Edaletê’ bûn

Heyeta HDP’ê beşdaîr ‘Meşa Edaletê’ bû. Heyeta ku bi qûrnefîlan Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû û yên li gel li navçeya Karatepe ya Kocaeliyê pêşwazî kirin, banga bilindkirina daxwaza edaletê kirin.

Heyeta HDP’ê ya ku ji bo piştgirîkirina ‘Meşa Edaletê” ya Kiliçdaroglû û yên pêre di roja 19’an de dewam dikin, çûbûn banga bilindkirina daxwaza edaletê kirin. Heyeta HDP’ê ya ku ji Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay, alîkarên hevserokan Sarûhan Olûç, Sezaî Temellî, endamên MYK’yê Beyaz Ustun, Mûrat Mihçi, parlementer Celal Dogan, Erol Dora, Ertûgrûl Kukçu, Feleknas Ûca, Mîthat Sancar û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk pêk tê, ji beriya beşdaîr meşê bibin ji bo balê bikişînin ser rûniştina doza hevseroka berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a li Girtîgeha Kandira tê ragirtin a ku wê 4’ê Tîrmehê li Enqerê bê lidarxistin, xwestin daxuyaniyek bidin, lê poîsan rê neda. Polîsên ku li nêzî girtîgehê pêşiya heyetê girtin, rê nedan derbas bibin.

DI NAVA ALOZIYAN DE PÊŞWAZÎ

Heyeta ku ev biryara hikûmetê şermezar kir piştre derbasî navçeya Karatepe ya Kocaeliyê bûn, bi girseya ‘Meşa Edaletê’ re civiya. Dema ku heyetê Kiliçdaroglû bi qûrnefîlan pêşwazî kirin alozî derketin. Parêzvanên Kiliçdaroglû û tîmên hêza çewîk rê nedan ku rojnamevan dîmen bikişînin û ew asteng krin. Di vê demê astengkirinê de gelek rojnamevan kêm mabûn ku bên herişandin. Heyeta HDP’ê ya ku demekê di nava aloziyê de li gel Kiliçkdaroglû meşiyan û şûnde ji meşê veqetiyan. Heyta HDP’ê ya ku destnîşan kirin ku meşa edaletê gavekî baş e, banga daxwaza edalet û xurtkirina têkoşînê kirin.