Çalakiya 'Meşa Edaletê' ya HDP'ê tê astengkirin

Heyeta HDP'ê ya tevlî 'Meşa Edaletê' bibe dixwaze daxuyaniyê bide çapemeniyê, lê belê jenderme dibin asteng.

Parlamenter û rêveberên HDP'ê, ku wê ji ber girtîgeha Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag lê girtî ye tevlî Meşa Edaletê bibe, dixwazin daxuyaniyê bidin çapemeniyê, lê belê ji aliyê jendermeyan ve tên astengkirin.

Tîmên jendermeyan beriya daxuyaniyê ragihandin ku ew ê destûr nedin û wê alavên endamên çapemeniyê yên daxuyaniyê bişopînin bên desteserkirin. Jendermeyan îdîa kirin ku bi biryarnameya Rewşa Awarte re Walîtiya Kocaeliyê çalakî qedexe kiriye û gotin, qedexe ye ku li pêşiya girtîgehê daxuyanî ji çapemeniyê re bê dayin.


Endamên çapemeniyê yên ji bo şopandina heyeta HDP'ê li ber deriyê girtîgehê ne, piştî ku kontrola nasnameya wan hate kirin ji herêmê hatin derxistin. Jendermeyan her wiha pêşî li hin rojnamevanên dixwestin xwe bigihînin ber girtîgehê girtin. Tîmên jendermeyan gef li rojnamevanan xwarin, ku eger ji herêmê neçin wê wan binçav bikin.

Parlamenterê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu anî ziman, ku ji wan re jî hatiye ragihandin ku wê destûra çalakiyê neyê dayin, lê belê ji bo pêkanîna hevdîtina xwe ya bi midûrê girtîgehê re wê rêya xwe bidomînin.

Heyeta HDP'ê ji bo daxuyaniyê bide çapemeniyê, bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtinê dike.