Kîjan Edalet?

Kemal Kiliçdaroglû dibêje; "Edaletê dixwazim", lê diyare ku edaletê bi tenê ji xwe re dixwaze. Yanî edaletê bi tenê ji Enîs Berberoglû re dixwaze. 

15 roj in Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû di destan de pankart, di bin navê "Meşa Edaletê" de dimeşe. Ji Enqereyê dest bi meşê kir û dibêje; wê heya cîhê ku parlementerê CHP'ê Enîs Berberoglû têde girtiye, Stenbol-Maltepe'yê bimeşe. Îşlik ango kirasek spî li xwe kiriye, di serê wî de kumik û geh pankarta ku "Dadwerî" li ser dinivîse radike, car caran jî meşa xwe bi silava MHP'ê berdewam dike. Hin caran li gel wî sed kes hene, caran jî bi çend hezaran dimeşe. Ji bo rojevê, her serê sibê daxuyaniyê çapemeniyê dide. Li gorî ku tê gotin; bi vî rengî li dijî faşîzm û dîktatoriya AKP'ê têdikoşe û li beramberê neheqiyê jî, li edaletê digere.

Bi kurtasî tiştên ku hatine nivîsandin û kirin dema ku were nirxandin cihê kêfxweşiyê ye. Rastî jî faşîzma AKP û MHP'ê ji ber ku ewqasî neheqiyan dikin, lêgerîna dadweriyê bûye peywira herî girîng a jiyana civakê Tirkiyeyê. Lewma li dijî faşîzmê, pêwistî bi berxwedanek giştî heye. Ji ber ku şerê teybet û giştî, îro ji aliyê dîktatoriya faşîst ve tê rêvebirin. Jiber vê sedemê, têkoşîna li dijî faşîzmê de em alîgirê yekitiya tevahiya hêzên antîfaşîst in û dîktatoriya faşîst jî encex li ser vê bingehê werî rûxandin. Di vê çarçovê de, bi teybet jî têkoşîna serokê giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû li dijî rêveberiya faşîst ya AKP'ê de, me kêfxweş dike û li dijî faşîzmê di lêgerîna hemû çalakiyên Edaletê de jî, em piştevan û ligel in.

Ji xwe li dijî faşîzma AKP û MHP'ê tevahiya bindestan û civakê li berxwe didin. Dema ku Kemal Kiliçdaroglû piştavaniya vê dîktatoriyê dikir jî, em hertim di nava berxwedanê de bûn. Weke mînak jî, gelê Kurd bi dayîna berdêlên mezin têkoşîn û berxwedanek giştî ya antîfaşîst meşandiye. Di serî de ciwan û jinên Kurd, kedkar, zarok, rewşenbîr û siyasetmedarên vî gelî di nava vê berxwedanê de bûn. Ji me bi hezaran lêxistin, bi dehezaran xistin zîndanê, bi sedhezaran ji war û malên xwe hatin sûrgûnkirin, lê me dîsa jî dest ji berxwedanê berneda. Me li kolanan de li berxwe da, li zîndan û çiyayan de li berxwe da. Em ji bo hesabê kiryarên dîktator û faşîzma AKP'ê bipirsin, hertim di nava berxwedaniyeke qehremanî de bûn.

Bê guman li dijî faşîzmê ne tenê gelê Kurd li ber xwe daye, yên ku rastî erîşên faşîst hatin ne tenê Kurd bûn. Raste, herî zêde faşîzmê erîşê Kurdan kiriye û li dijî wan êrîşan jî, di rêza pêşîn de herî zêde gelê Kurd li ber xwe daye. Lê weke mînak li dijî êrîşên faşîzmê, ji gel û derdorên  cûde, komên oldar û baweriyan jî berxwedan pêkhatin. Me wekî gûndiyên Hopa û Ege'yê, disan weke jin, ciwan û tevahiya kedkarên ku li her deverê li ber xwe daye. Jiber ku em ji kar hatin avêtin me grevên birçîbûnê pêkanîn, ji bo hestiyên zarokên xwe bigrin me dest bi rojiya mirinê kir, ji bo berpirsyariya xwe ya ronîkirini me belavokên ku faşîzmê protesto dike belav kirin. Bi dehezaran ji me kar avêtin, zordestî, heqeret, zîndan dan ber çavan û li dijî faşîzma AKP-MHP'ê têkoşîn kirin û hîna jî bi berfirehî dewam dikin.

Yani li dijî AKP'ya faşîst û dîktator bi tenê Kemal Kiliçdaroglû têkoşîn nake. Beriya serokê giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû, gelek derdor û kesayetan di nava têkoşîna antîfaşîst de bi berdêlên mezin li ber xwe dane û meşiyane. Hîna jî li Tirkiyeyê û çar aliyên cîhanê de wê têkoşînê birêve dibin. Lê qet behsa têkoşîna wan derdoran ne hatiye kirin û ev têkoşînên demokratîk ti caran di çapemeniyê de cîh nagrin, nabin rojev û ji civakê re nayin ragihandin. Berava jî vê, bi "Terorizm'ê" tên sûçdarkirin. Lê belê meşa Kemal Kiliçdaroglû ya biguman anjî biqusûr, her roj ji aliyê hinek çapemeniyê ve bi berfirehî tê weşandin. Dema ku rewş wisa dibe, li ser tiştên ku tên kirin jî guman zêde dibin.

Divê şaş neyê famkirin, em ne li dijî çalakiya serokê giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû ku li dijî faşîzma AKP'ê bi pankarta "Edalet'ê" di meşê de ye. Berava jî vê em li dijî meşa wî ya kêm û dereng in. Em piştevaniya tevahiya têkoşînên li dijî faşîzmê dikin. Li dijî êrîşkariya faşîzmê daxwaza me ya sereke; bi yekbûna tevahiya beşên civakê re lidarxistina meşa heq û edaletê û pêşxistina têkoşîna demokrasiyê ye. Lewma ji bo me meşa serokê giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû her daîm biguman hatiye. Em dixwazin vê meşê hez bikin û piştevan bibin, lê em jê germ û piştrast nabin. Li dijî faşîzmê daxwaza Edelatê wêdetir, di vê meşê de armancên cûde xwe nîşan didin. Li şûna ku faşîzmê teşhîr bikin û paşde bidin, aliyên vê yên nixûmandina dîktatorî û faşîzma AKP'ê derdikevin pêş. Aliyêkê vê meşê yê heya niha de, bi armanca diziya encamên siyasi yên têkoşîna antîfaşîzmê de ku di serî de HDP, gelek sazî û kesayetan bi berxwedanê qezençkirine tên dîtin. 

Mînak, ji ber girtina parlamenterê CHP'ê Enîs Berberoglû, Kemal Kiliçdaroglû ji bo wî dest bi meşa edaletê kir û ji xwe meş heya ber girtîgeha Enîs Berberoglû hatiye plan kirin. Niha di vê noqteyê de gelek pirs têne bîra mirovan! Başe ma bi tenê Enîs Berberoglû bi neheqî ji aliyê faşîzma AKP'ê ve hatiye girtin? Di serî de Figen Yûksekdag û parlementerên din yên HDP'ê jî bi neheqî nehatine girtin? Gelo ji bo girtina van parlementeran di qanûn de guhertin û rakirina destlênedana parlementeran bi deng û hewldanên taybet ên Kemal Kiliçdaroglû pêk nehatin?

Baş e Kemal Kiliçdaroglû difikre ku ev kiryarene hatine jibîrkirin an jî wê bêne jibîrkirin?
Li aliyê din di meşa ku Kemal Kiliçdaroglû daye destpêkirin de gelek tiştên ecêb hene. Weke nimûne, kê biryara vê meşê da û kengî ev biryar hate girtin? Gelo ev biryara rêveberiya CHP'ê ye? Rewşa ku tê dîtin ne wisa ye. Mîna ku yekî ji "Kiliçdaroglû re got bimeşe" û wî jî serê sibehekê bi gotina "Ez ê ji Enqereyê ber bi Stenbolê bimeşim" kete ser rê. Balkêşe, bi tenê serê xwe dimeşe û ji bo tevlîbûna meşê jî bang li ti kesî nake. Bi tenê pankarta ku "Edalet" li ser dinivîse radike. Hinek caran gel, bi sembola faşîstan silav dike. Başe bi vî rengî meşekê antîfaşîst dikare bê kirin? Bi vî rengî dîktatoriya faşîst dikare were paşxistin? Di rewşek wisa de li dijî êrîşên giştî yên faşîzmê, gelo pêwîstî bi berxwedanek giştî tune ye?

Ji xwe daxuyaniyên ku Kemal Kiliçdaroglû di dema meşê de daye jî gelek balkêş in! Mînak, gotinên ku wê rêveberiya AKP'ê tengav bike nabêje û pir bi hişyar tevdigere. Lê her roj qala "divê li dijî Terorê bin" bilêv dikin. Dibêje; "teror ji ku derê tê bila bê, FETO dibe, PKK dibe, DHKPC dibe ez li dijî hemûyan im". Qey tu dibêjî edaletê ne ji faşîzma AKP'ê, ji wan rêxistinan dixwaze. Weke mînak qet behsa teror û zordestiya faşîzma AKP û MHP'ê nake. Mirov dema vê rewşê dibîne û daxuyaniyên wan dinirxîne; di navbera Kiliçdaroglû, Erdogan û Bahçelî de ti ferqek ciddî nabîne.

Dîsa Kemal Kiliçdaroglû dibêje; "Edaletê dixwazim", lê diyare ku edaletê bi tenê ji xwe re dixwaze. Yanî edaletê bi tenê ji Enîs Berberoglû re dixwaze. Ya rast divê ji Kemal Kiliçdaroglû were pirsîn; ti ji bo Fîgen Yuksekdag û parlementerên din yên girtî re jî edalet dixwazî? Yên ku ji kar hatine avêtin û tevahiya kesên ku di zîndanan de ne,tu ji wan re jî edaletê dixwazî? Mirovên ku li Cizîrê de hatine şewitandin, xwediyê malên li Surê hatine rûxandin,yên ku li çiyan de hatine kuştin, Gorên ku li Licêyê carekdin hatine kuştin re jî tu edaletê dixwazî? Li Tirkiyeyê çavkaniya van pirsgirîk, şer û pevçûnan ji pirsa Kurd re çareserî re, gelo Kemal Kiliçdaroglû tiştekê nû dibêje an ne?

Diyare ku ev pirsene bi hezaran dikare were dirêj kirin û di bersiva van pirsan de jî, gotinekê nû ya Kemal Kiliçdaroglû kiriye, ji Erdogan cuda tine ye. Wê demê meşa Kemal Kiliçdaroglû sexte ye û biguman e. Jiber ku piştevaniya faşîzmê kir û di nava civakê de teşhîr û tecrîd bûye, HDP û hêzên mîna wê demokratin derketine pêş; bi vê meşê hewl dide carekdin xwedî înîsiyatîf be. Ya rast, berxwedana demokratîk ya antîfaşîst perçe dike û hêza wê jî lewaz dike. Yanî bi rêbazê operasyona "Gaza wî valake" piştevaniya faşîzmê dike. Lewma, ti aliyên vê meşê tûneye ku were destek kirin. Divê ti kes xwe nexapîne û hêviyê ji Kiliçdaroglû nekin. Divê hêzên demokratik bi tevgerkirina civakê re, çalakiyên ku wê faşîzmê birûxîne bi înîsiyatîfa xwe bikaribin lidar bixin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA