Ji bo Yildirim ê HDP’yî qedexeya siyasetê

Di çarçoveya doza lêpirsînê ya bi îdîaya “Heqaret li serokkomar kiriye’ ku di derbarê Yildirim ê HDP’yî de hatibû vekirin, 1 sal û 2 meh cezayê girtîgehê û qedexeya siyasetê hate xwestin.

Di çarçoveya doza lêpirsînê ya bi îdîaya “Heqaret li serokkomar kiriye’ ku di derbarê Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim de hatibû vekirin, li gel 1 sal û 2 meh cezayê girtîgehê qedexeya siyasetê jî hate xwestin.

2'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Mûşê li Serokwekilê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim bi hinceta gotiye "Padîşahê genî yê li Qesrê" bi îdÎaya “heqaret li serokomar kiriye", cezayê qedexeya siyasetê birî. Dadgehê dîsa 1 sal û 2 meh cezayê girtîgehê li Yildirim birî. Parêzer wê îtîraz bikin. Rûniştina dozê di 21'ê Heziranê de pêk hat. Lê cezayê hat birîn nehat taloqkirin. Dîsa ceza nezîvirandin pereyan.

Yildirim di 12'ê Îlona 2015'an de di daxuyaniya KESK'ê ya li Mûşê de derbarê qedexeya derve ya Cizîrê axivî bû. Dozger ji ber gotina Yildirim a "Ew polîşahê xerabe û genî yê li Qesrê, yê paralel bigire li yê din bixe. Tevan li nava hev bixe û Tayyip Erdogan dîne ser wan û hemûyan bi hevre darizînin. Erdogan, ji Tansu Çîller ne paqijtir e." fezleke amade kir û doza "Heqaret li serokomar kiriye" vekir. Dadgehê jî bi heman îdîayê 1 salek û 2 meh cezayê girtîgehê li Yildirim birî. Disa cezayê qedexeya siyasetê li Yildirim birî .

Parêzerên Yildirim seri li Dadgeha Îdari ya Herêma Erziromê dan û îtiraz kirin.