BERLÎN
Komîteya Navneteweyî ya Li Dijî Windakirinan (ICAD) bi beşdariya rêxistinên civaka sivîl, parêzvanên mafên mirovan û xizmên windayan li Kottbusser Tor ê Berlênê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de dirûşmên “Windayên binçavan bên dîtin û sûcdar bên darizandin!" hat berzkirin. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku divê xwedî li têkoşîna windayan ên li Tirkiye û gelek welatên din bên derketin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Rejîmên zordar ji bo bêdengkirina kesên ku daxwaza edalet û azadiyê dikin, di bin çavan de wan winda dikin. Ew kes pir caran di bin êşkenceyê de têne qetilkirin û bi dizî têne veşartin da ku di nava civakê de tirsê biafirînin.”
KOLN
Çalakiya Hefteya Windayan a li Kolnê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê Platforma Dengê Girtiyan (TSP) axaftin hate kirin. Nûnerê TSP’ê şehîdên meha Gulanê Îbrahîm Kaypakkaya, Hasan Ocak, Ulaş Bayraktaroglu, pêşengên damezrîner ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Rıza Altûn ên ku di rojên dawî de şehîdbûna wan hatibû ragihandin, bi bîr anî. Nûnerê TSP’ê bal kişand ser berxwedanên ku ji Arjantînê heta Srî Lankayê, ji Kurdistanê heta Filistînê berdewam dikin.
Di dawiya çalakiyê de banga beşdarbûna çalakiyên bîranînê yên ku ji bo bîranîna Îbrahim Kaypakkaya, Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn wê bên lidarxistin, hate kirin.