FED-GEL'ê kongreya xwe ya 6'emîn lidar xist
Federasyona Gelên Kurdistanî (FED-GEL) ku li eyaletên Başûrê Elmanyayê kar dike, kongreya xwe ya asayî ya 7'emîn lidar xist. Melîke keskîn û Lokman Hedil bûn hevserokên FED-GEL'ê.
Federasyona Gelên Kurdistanî (FED-GEL) ku li eyaletên Başûrê Elmanyayê kar dike, kongreya xwe ya asayî ya 7'emîn lidar xist. Melîke keskîn û Lokman Hedil bûn hevserokên FED-GEL'ê.
Federasyona Gelên Kurdistanî (FED-GEL) ku rêxistina sîwanî ya komun û meclîsên li eyaletên Baden Wurttemberg û Bayernê ye, kongreya xwe ya asayî ya 6'emîn lidar xist.
Ji meclîs û komunên li Stuttgart, Heilbronn, Munchen, Freiburg, Nurnberg, Bodensee, Ravensburg, Pforzheim, Lahr, Boblingen û Esslingenê bi sedan delege beşdarî kongreya li bajarê Ludwigsburgê bûn.
Wêneyên Alî Haydar Kaytan, Riza Altûn, Sakîne Cansiz û Rêber Apo li salona kongreyê hate daliqandin. Ji bo bîranîna Şehîdên Meha Gulanê goşeyek hate amadekirin û li dora wêneyên Sirri Sureyya Onder, Îbrahîm Kaypakkaya, kadroyên pêşeng ên PKK'ê yên meha Gulanê şehîd bûn find hatin vêxistin û kulîlk hatin danîn.
Kongreyê di şexsê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn de ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut, Hevserokê KON-MED'ê Kerem Gok û ji Tevgera Ciwanan Barzan Amed ji bo dîwana kongreyê hatin hilbijartin.
Rojnamevan Ferda Çetîn jî weke qiseker tevlî kongreyê bû û got, "Li pêşberî bîranîna Şehîdên Meha Gulanê, hevalên Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan bi rêzdarî bejna xwe ditewînim." Çetîn bal kişand ser şerê Rojhilata Navîn û anî ziman ku Rêber Apo pêvajoya aştiyê dimeşîne û got, "Rêber Apo li şûna şer têkoşîna aştî û civakî da destpêkirin û dst bi parastina gelê me kir. Hin fikar hene, civak di van fikarên xwe de mafdar e û ev girîng e. Rêber Apo pêvajoya aştiyê ji bo bidawîkirina zilm û neheqiya dewletê da destpêkirin. Divê her kes beşdarî qonaxa nû ya têkoşînê bibe, têkoşîna me ya ji bo aştî û civaka demokratîk bilind bike."
Li kongreyê piştî ku rapora pratîkî û rêxistinî ya du salan a federasyonê û raporên tevgerên jin û ciwanan hatin xwendin, delegeyan mafê axaftinê wergirtin û nirxandin kirin.
Piştre jî rêziknameya federasyonê yek bi yek hate xwendin û pêşkêşî dengdana delegeyan hate kirin.
Li dû axaftin û nirxandinan rêveberiya nû ya ji 15 kesan hate hilbijartin û Melîke Keskîn û Lokman Hedil bûn Hevserokên FED-GEL'ê.
Kongre bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.