KNK'ê desteserkirina mal û milkên Asûrî-Suryaniyan şermezar kir
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), desteserkirina dêr, keşîşxane, erd û zeviyên Asûrî-Suryaniyan ji aliyê dewleta Tirk ve, şermezar kir.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), desteserkirina dêr, keşîşxane, erd û zeviyên Asûrî-Suryaniyan ji aliyê dewleta Tirk ve, şermezar kir.
KNK'ê daxuyaniyek weşand û bibîr xist, dêr, keşîşxane, erd û zeviyên Asûrî-Suryanî-Kildanî yên li Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve hatine desteserkirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, dewleta Tirk beriya niha bi qirkirina civakên Xiristiyan re dest danîbû ser mal û milkên wan û diyar kir, bi vê desteserkirina dawî re hewl tê dayin dîroka van gelan ji binî ve ji holê bê rakirin.
KNK'ê destnîşan kir, ku di vê pêvajoyê de ew ê li cem gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî bin û bang kir, ku mal û milkên wan derhal radestî nûnerên van gelan werin kirin.