Demîrtaş hêjayî berendamtiya Xelata Mafên Mirovan a Vaclav Havelê hate dîtin

Koma Çepgir a Ewropayê ya Yekgirtî (ÛEL) ya ku li Meclîsa Parlementerên Konseya Ewropayê koma wê heye, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş hêjayî berendamtiya Xelata Mafên Mirovan a Vaclav Havelê dît.

ÛEL ya ku bi 27 endaman li Meclîsa Parlementerên Konseya Ewropayê tê temsîlkirin, ji aliyê GÛE/NGL piştgiriya wê tê kirin.

Sala borî parêzvana mafên mirovan a Êzidî Nadîa Mûrat a ku ji nav destên DAIŞ’ê reviyabû hêjayî vê xelatê hatibû dîtin, îsal jî biryar hat dayîn ku Selahattîn Demîrtaş berendamê vê xelatê nîşan bidin.

Xelata Mafên Mirovan a Vaclav Havelê di 9’ê Cotmeha 2017’an de wê were diyarkirin. Di sala 2014’an de Nadîa Mûrat a Êzidî ya ku piştî qetlîama Şengalê ji nav destê DAIŞ’ê reviyabû, layîqî vê xelatê hatibû dîtin.

Xelat li ser navê Vaclav Havel ê ku di navbera salên 1993-2002’an de Serokkomarê Çekê bû, tê dayîn û di sala 2011’an de jiyana xwe ji dest dabû. Xelat ji sala 2013’an û vir ve tê dayîn.