ROJANE
Hemû Nûçe
-
HDP’ê ragihand ku wê beşdarî ‘Mîtînga Edaletê’ bibin
HDP’ê, ragihand ku wê di dawiya Meşa Edaletê de, beşdarî Mîtînga Edaletê ku wê 9’ê Tîrmehê bê lidarxistin bibe. -
Biryara PE’yê ya Tirkiyeyê nîşana qutbunê ya herî zelal e
Zanayê Siyasetê Cengîz Aktar û Parlemeterê HDP’ê yê Mêrdînê û zanayê siyasetê Mîthat Sancar, biryara PE’yê ya têkildarî Tirkiyeyê ji ANF’ê re nirxandin. -
Siwîsre dixwaze ciwanê Kurd radestî Tirkiyeyê bike?
Siwîsre, ciwanê Kurd ê bi navê A.Rûhat Ûzûn ê ku daxwaza rûniştina siyasî kir,dixwaze koçberên siyasî yên Kurd ku vegerîne Bûlgarîstanê û radestî Tirkiyeyê bike. -
Îlhama Civîna Alternatîf a G20’yê: Ocalan û Rojava
Li dijî Civîna G20 ya ku wê di 7-8’ê Tîrmehê de li bajarê Hambûrgê ya Elmanyayê li dar bikeve, ‘Civîna Alternatîf’ a 70 saziyan duh destpê kir. -
Şêwra Dewletê biryara hilweşandina Sûrê pejirand
Serlêdana li Şêwra Dewletê ya ji bo betalkirina ‘Gelemperîkirina Lezgîn’ a Desteya Wezîran a Tirk ku 90 ji 100’î ya Sûrê di nav xwe vedihewand nehate pejirandin. -
Parlamenta Ewropayê danûstandinên bi Tirkiyeyê re sekinand
Parlamenta Ewropayê, rapora li ser rawestandina danûstandinên endametiyê yên bi Tirkiyeyê re, qebûl kir. Rapor bi 466 dengan hate qebûlkirin. -
Demîrtaş wê yekemcar tevlî rûniştinekê bibe
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, wê di rûniştina li 35. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê amade be. -
Li bajarên Egeyê operasyonên li dijî HDP’ê
Li Balikesîr, Manîsa û Aydinê HDP’yî hatin binçavkirin. -
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Em Tirkiyê şermezar dikin
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, ji ber ku Dîrektora wan a Tirkiyê Îdîl Eser û gelek parezvanên mafên mirovan binçav kirin Tirkiye şermezar kir. ÎHD jî helwesta xwe nîşan da. -
Bavê Berkîn: Di qesra vala de em ê li edaletê bigerin
Beriya rûniştina 2’emîn a têkildarî kuştina Berkîn Elvan ê ku di dema bûyerên Geziyê de ji aliyê polîsan hatibû kuştin, li ber Qesra Adliyeyê ya Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. -
HDP'ê tecrîda li ser Ocalan xist rojeva Meclîsê
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xist rojeva Meclîsê. -
Ezmûna Efrînê
Heke hewla dagirkirina Efrînê were dayin, wê pêleke dî ya berxwedanê derkeve holê. Gelê Efrînê wê bibeze ser tang û topan û xaka xwe, gundê xwe bi dest dagirkeran ve bernede. -
Dozgerê Fetûllahî bi saya dijminatiya li Kurdan xwe rizgar kir
Wekîlê Serdozgerê Komarê yê Amedê Eker, ku navê wî di nava endamên Fetûllahiyan de hat nîşandan, derket holê ku di berdêla dozên xwe yên li dijî siyasetmedarên Kurd û wekîlên HDP'ê de bi AKP'ê re li hev kiriye. -
‘Em ê lûtkeya kapitalîst û dîktarotan asteng bikin’
Koordînasyona Ciwanê Azad: Erdoganê dîktator ê ku her roj gelê Kurd qetil dike û qirkirinê li ser dide meşandin jî wê tevlî Lûtkeya G20’ê bibe. Ji ber vê yekê dem demê em hesab ji dewletên komploger û qirkeran bixwazin . -
Li Elmanyayê pankarta ‘Dîktatoriyê bikuje’
Li Elmanyayê di 3’ê Tîrmehê de li Berlînê li pêşiya Avahiya Serokwezîr li dijî “dîktatoran” çalakiyek hate lidarxistin. Erdogan ji ber çalakiyê nerazîbûna xwe nîşan da. -
Li Mûsilê çeteyên DAIŞ’ê di qadeke teng de asê man
Li Mûsila kevn şerê dijwar didome. Hêzên Iraqê hêdî hêdî bi pêş ve diçin. -
PE: Bila muzakereyên bi Tirkiyeyê werin rawestandin
Parlamenta Ewropayê (PE) xwe amade dike ku ji bo sekinandina muzakereyên bi Tirkiyeyê bang bike. PE nerazîbûn nîşanî Erdogan da û balê dibe ser vî tiştî ku divê doza Kurdan bi awayekî aştiyane were çareserkirin. -
KCDK-E ji bo meşa li dijî G-20'an banga tevlîbûnê li her kesî kir
KCDK-E ji bo şermezarkirina Civîna Bilind a G-20'an, bang li her kesî kir ku tevlî meşa 8’ê Tîrmehê bibin. -
Avesta: Mîna Kobanê divê gelê me li dora Efrînê bicive
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta li ser êrîşên li ser Efrînê got, "Çawa ku gelê me yê welatparêz û sosyalîst di dema êrîşa dijî Kobanê de li dora Kobanê civiyan, divê bi heman şêwazî li dora Efrînê bibin xelek." -
Ji "Şah şah şarlatan" ber bi "Erdowie, Erdowo, Erdogan"
Rojên 7-8'ê Tîrmeha 2017'an, hem ji bo Elmanyayê, hem jî ji bo Tirkiyeyê wê bide destpêkeke nû ku 2'ê Hezîrana 1967'an bîne bîra mirovan. -
Qeyda dengê ajan Mûstafa Karataş
Mûstafa Karataş, dema ku li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê karê sîxuriyê dikir, kişf bû. Qeyda dengê Karataş û rêveberekî payebilind ê MÎT'ê, ku bi hev re daxivîn, derkete holê. -
Biryara DMME ya li ser mexdûrên Rewşa Awarte destê AKP'ê xurt kir
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) berê mexdûrên biryarnameyan da Komîsyona Rewşa Awarte. Vê biryarê destê hikumeta AKP'ê xurt kir. -
Turk: Meşa Edaletê divê veguhere têkoşîneke hevpar
Ahmet Turk diyar kir, Meşa Edaletê gaveke hêja ye û divê ji bo 80 mîlyonî be. Turk got, ew dixwazin ev pêngav veguhre têkoşîneke hevpar. -
Plana têkoşîna Komîsyona YE ya li Îtalya û Lîbyayê ya li dijî koçberan
Komîsyona Yekîtiya Ewropa (YE), têkildarî pêşîgirtina hatina koçberan a ji Îtalya û Lîbyayê planekî berfireh amade kir. -
Nûnerên Kurd: Erdogan berpirsyarê amadekariyên sûîkastê ye
Nûnerên saziyên Kurdan bi civîneke çapemeniyê ya li Parlementoya Eyaleta Hambûrgê diyar kirin ku kesekî bi navê Mûstafa Karataş li ser navê MÎT’ê dixebite û li hemberî me êrîşan plan dike.