Kemalbay: AKP rêveberiyeke ne rewa ye!

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Kemalbay, beriya rûniştina doza Yuksekdag li ber avahiya edliyeyê daxuyanî da.

Kemalbay diyar kir, rêveberiya ne rewa ya AKP'ê dewam dike û got, "Eger li welatekî jin azad nebe, kes nikare qala azadiya li wî welatî bike."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, beriya destpêkirina rûniştina doza Fîgen Yuksekdag a li Salona Dadgeha Cezayê Giran a 11. a Enqereyê, li ber avahiya edliyeyê daxuyaniyek da. Kemalbay got, "Yuksekdag ji ber axaftina xwe girtî ye. Eger nikaribe siyaseta xwe ji civakê re vebêje, eger destûra axaftinê neyê dayin, hingî wê çi bike? Siyasetmedarek ji bilî vê divê çi bike?"

Kemalbay di dewama axaftina xwe de got, "Beriya niha bi 244 rojan, di 4'ê Mijdara 2016'an de Hevserokên me yên hêja Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş tevî parlamenterên me hatibûn girtin. HDP sêyemîn mezintirîn partiya li parlamenta Tirkiyeyê ye. Ev miameleya li vê partiyê, hevserokên wê û parlamenterên wê tê kirin, ne ya qebûlkirinê ye.

Di şexsê Fîgen Yuksekdag de kampanyayeke mezin a lîncê li dijî me tê meşandin. Ev 244 roj in li girtîgehê di nava şert û mercên giran de ye. Zexteke giran li welatî û heyetên ku îro li vê derê ne û dixwazin rûniştinê bişopînin, tê kirin. Di asta rewşa awarte de dorpêçî heye. Pêşî li otobusên hevalên me yên xwestin ji bajaran bên girtin, otobus girê dan û li pêşiya Enqereyê û bajarên din sekinandin. Bi vî awayî pêşî li tevlîbûna wan a li rûniştina dozê girtin. Tevî endamên partiya xwe, ku di nava gefa girtinê de xwe gihandin vê derê, em ê niha rûniştinê bişopînin.

'AKP RÊVEBERIYA XWE YA NE REWA DIDOMÎNE'

Fîgen Yuksekdag, îro li vê derê bi rêya dosyayên nehiqûqî û ji ber axaftinên xwe yên di çarçoveya berpirsyariya qanûndanînê de kiriye, girtî ye. Eger nikaribe siyaseta xwe ji civakê re vebêje, eger destûra axaftinê neyê dayin, hingî wê çi bike? Ragihandina siyasetmedarên HDP'yî ji ber axaftinên wan, bûye armanca desthilatdariya siyasî ji bo desthilatdariya xwe ya ne rewa bidomîne.

Weke HDP em dixwazin demokrasî û aştiyê diyarî gelên Tirkiyeyê bikin. Fîgen Yuksekdag di axaftinên xwe de her tim ev aniye ziman. Ya ku îro li vir were darizandin wê siyaseta partiyeke ku soza aştiyê dide gelên Tirkiyeyê be."

'JIN AZAD NEBIN, WELAT AZAD NABE'

Di dawiya axaftina xwe de Kemalbay got, "Em bi hevseroka xwe re ne. Em zanin, heta ku jin azad nebe, kes nikare li welatekî qala azadiyê bike. Ev êrîş di heman demê de li dijî tevlîbûna wekhev a jinan li siyasetê û li dijî vîna jinan e. Em jin, hevseroka xwe diparêzin û dibêjin, vîna wê vîna me ye."