33 rewşenbîr di salvegera 24’an de li Munchenê hatin bibîranîn

33 rewşenbîrên ku  li Sêwasê hatin kuştin li bajarê Munchen ê Elmanyayê hatin bibîranîn.

Civîna bîranînê ku ji hêla Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) ve hatE kirin li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk pêk hat. Serokê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Kemal Bulbul di bîranînê de axivî.

Bulbul got, tişta ku wê rojê li Sêwasê hate kirin tenê yek ji wan êşên xaka Anatolî û Mezopotamayê ye, ku ev xak dergûşa gel, bawerî û çandên cihê ne û wiha domand, "Komkujiyên Dersim, Koçgirî, Meletî, Ortaca, Meraş, Çorûm û Gaziyê encamên heman hişmendiyê ne. Mirov nikare van komkujiyan ji nêzîkatiya klasîka dewletê ya li gelê Kurd û Elewiyan, ji polîtîkayên înkar û asîmîlsyonê bêrî bike. Îro rêya hesabpirsînê û hevrûbûnê bi bernameya hevpar a demokrasî û azadiyê û bi geşkirina vê têkoşînê dibe. Gel, nasname, bawerî û çandên cihê yên Tirkiyê divê enerjî û vîna xwe bikin yek, têkoşîna demokrasî, wekhevî û dadmendiyê geş bikin."

Bername bi muzîkê û helbestan bi dawî bû.