Li Elmanyayê endamekî din ê MÎT'ê deşîfre bû
Li Elmanyayê endamekî din ê MÎT'ê ku xwe amade dikir sûîqestê li rêveberên saziyên Kurd ên li Elmanyayê bike deşîfre bû.
Li Elmanyayê endamekî din ê MÎT'ê ku xwe amade dikir sûîqestê li rêveberên saziyên Kurd ên li Elmanyayê bike deşîfre bû.
Di tomariyên dengê axaftina telefonê de yên sîxûrê bi navê Mûstafa K. ê bi rayedarê MÎT'ê re kirî lîsteya kuştinê derkete holê. Di lîsteyê de li gel rêveberiyên saziyên Kurd navê wekîleke Elman jî heye.
Sûîqast û gefên êrîşê yên ku 9'ê Cotmeha 2013'an li paytexta Fransayê Parîsê ku bi kuştina yek ji damezirînera PKK'ê Sakîne Cansiz, endama KNK'ê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanên Kurd Leyla Şaylamez li dijî rêveberên saziyên Kurdan dest pê kirî berdewam dike. Her roj sîxûrekî MÎT'ê tê deşîfrekirin. MÎT a Tirk ku Elmanya ji xwe re kiriye baregeh, xwe hazir dike ku li dijî siyasetmedarên Kurd suîqasê bike.
ERDOGAN HEDEF NÎŞAN DA
Piştî gefa Serokkomarê Tirk Recep. T. Erdogan a li ser Kurdên Ewropayê ku gotibû, 'dabeşker her li ku bin em ê bikevin hêlîna wan û wan ceza bikin' li Ewropayê xebatên sîxûriyê yên MÎT'ê zêde bûn.
ROLA ÎSTÎXBARATA ELMAN ÇI YE?
Piştî ku beriya niha bi çend mehan li Mehmet Fatîh ê ku deşîfre bûyî û ji hêla polîsên Elman ve hatî girtin, li Fransayê jî endamekî MÎT'ê hate deşîfrekirin. Niha jî derkete holê kesekî bi navê Mûstafa K. ku li Hambûrgê dijiya û ketibû nav saziyên Kurd, endamê MÎT'ê ye.
Ev rewş bi axaftinên telefonê yên kesê bi navê Mûstafa K. ê bi bi rêveberekî payebilind ê MÎT'ê re kirî, derkete holê. Di hedefa Mûstafa K. de ku got, ew bi Fatîh Mehmet Sayan re bi koordîne dixebite, siyasetmedarên Kurd Zubeyir Aydar, Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç, wekîla berê ya HDPê Sevahîr Bayindir û Wekîla Eyaleta Hambûrgê yê Partiya Çepgir Cansu Ozdemîr hene.
Di qeydên deng de agahî hene ku Mûstafa K. ji bilî MÎT'ê agahiyê dide îstîxbarata Elman jî. Gotina rayedarê MÎTê, 'ez ê biçime Laheyê, li wir bi rêveberên payebilind re baxivim' jî nîşan dide ku MÎT li Laheyê baregeh ava kiriye.
'BILA BERIYA 3 SAETAN HAYA ME JÊ HEBE BES E'
Di qeyda deng de ya di navbera Mûstafa K. û endamê MÎT'ê de diyar dibe ku diyalog bi rengê fermandayin-fermanstandinê dibe, xebata agahîdanê û agahîstandinê pir vekirî diyar dibe. Di vê danûstandina agahiyê de, tenê belge û lîsteya navan nîn e, Mûstafa K. navê kesên ku wê wan bikuje yek bi yek ji rajorê xwe, rêveberê MÎT'ê re dibêje. Bi taybetî ji ber cihê siyasetmedarên Kurd beriya bi 3 saetan tê diyarkirin, ev jî nîşan dide ku mesele çi qasî cidî ye. Her wiha dîsa di qeydên deng de navê Wekîla Partiya Çepgir a Elman Cansû Ozdemîr jî derbas dibe.
Bersiva rêveberê MÎT'ê ya ji rapora Mûstafa K. re vê diçespîne: "Agahiyên ku te anîn ez ê bigihînim begefendî, ez ê bidim cihê hewce."
Ev hemû nîşan didin ku MÎT li dijî Kurdan xebatên kuştinê çi qasî bi sîstematîk û di nav têkiliyên fermandayîn û fermansandinê de pêk tên.
VA YE AXAFTINA NAVBERA WAN
Beşek ji axaftina navbera Mûstafa K. û MÎT'ê vê rastiya tirsnak radixe pêş çavan. Beşek ji vê diyalogê wiha ye:
Rayedarê MÎT'ê: Mûstafa Beg, em ê werin van agahiyan, van belgeyan ji we bigirin. Ku dibe bila bibe, xem nîne. Ez dikarim bi her awayî werim, yanî qet pirsgirêk nîne. Hûn ê îro min bi vî rengî bibînin, sibe bi rengekî cuda...
Mûstafa K.: Divê bi wî rengî be...
Rayedarê MÎT'ê: Hûn dikarin bi vî rengî bibînin. Ev qet ne pirsgirêk e. Ji xwe yên ku bi wezîfeya me dizane, kesek, du kes in. Zêde nîne, ji xwe ne lazime jî. Em ê li cihên pêwîst, hevdîtinên pêwîst bikin. Ji bo destekkirina we jî wê alternatîfek bê afirandin. Di vê mijarê de pirsgirêk nîne. Di mijara aboriyê de wê pirsgirêk dernekeve.
Rayedarê MÎT'ê: Eger agahî û belgeyên ji me re lazim in tu bixwaze bigihîne me, ez ê bêm ji te bigirim. Çawa dibe bila bibe.
.....
Rayedarê MÎT'ê: Der barê Zubeyîr Aydar de agahiyek heye? Te tiştek kir?
Mûstafa K.: Li ser Zubeyîr Aydar agahiya min nîne. Ez Yuksel Koç baş nas dikim. Serokê NAV-DEM'ê bû. Niha bûye Serokê KCDK-E.
Mûstafa K.: Min lîste dabû te...
Rayedarê MÎT'ê: Belê, belê min ew ji camêr re ragihand, lê...
Mûstafa K.: Ew navên li rojnameyê...
Rayedarê MÎT'ê: Belê min ew ji Cemîl Beg re ragihand. Min ew agahî ji Cemîl Beg re ragihand...
Mûstafa K.: E dikarim van hemûyan weke wêne, weke nav jî bidim we...
Rayedarê MÎT'ê: Ez ji we re dibêjim, ez ê bêm. Ez ê mîna yekî çopê berhev dike bêm, weke kesekî ku sarincê tamîr dike bêm, çawa dixwazim bi wî rengî bêm. Ez ê wê bigirim, pirsgirêk nîne.
Mûstafa K.: Temam.
Mûstafa K.: Hevalekî li vê derê, bi girtina Mehmet Fatîh Sayan re kete nava fikar û gumanan. Mesajeke bi vî rengî ji min re şandiye, "Mûstafa xwe jê vegire, niha kar berevajî bûye, ez roja Duşemê têm." Min hinek pere ji wî girt.
Rayedarê MÎT'ê: Niha vê bêjim. Ez ê di nava demeke kurt de bifirim Laheyê û bêm. Ez ê bi rayedarên me yên payebilind ên li wê derê re vê mijarê bi berfirehî binirxînim...
Rayedarê MÎT'ê: Sevahîr Bayindir.
Mûstafa K.: Sevahî Bayindir niha berpiryara jinan a .... ye (...)
Rayedarê MÎT'ê: Lê belê der barê Sevahîr Bayindir de rewşeke me ku em di cih de lê bidin nîne. Yanî divê agahiya teqez, agahiya zelal herî kêm sê saet berê bigihêje. Lê belê kêmasiyeke di vî warî de heye. Ne diyar e ku îro li ku be, sibe li ku be.
WÊ DAXUYANÎ JI ÇAPEMENIYÊ RE BÊ DAYIN
Tê payin, der barê agahiyên berfireh ên li ser mijarê de Hevserokên KCDK-E Fatoş Goksûngûr, Yuksel Koç, Parlamentera berê ya HDP'ê Sevahîr Bayindir û Parlamentera Partiya Çep a Eyaleta Hambûrgê Cansû Ozdemîr îro saet di 11:00 de daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.