Altûn û Kaytan li Londonê hatin bîranîn
Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Londonê bi merasîmeke girseyî hatin bîranîn. Ji bo bersiva li bîranîna wan jî hate destnîşankirin ku wê têkoşînê bi serketinê tacîdar bikin.
Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Londonê bi merasîmeke girseyî hatin bîranîn. Ji bo bersiva li bîranîna wan jî hate destnîşankirin ku wê têkoşînê bi serketinê tacîdar bikin.
Ji bo ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li paytexta Îngilistan Londonê bîranîneke girseyî hate lidarxistin.
Bîranîn bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê li Navenda Civaka Kurd a li Londonê pêk hat û nûnerên gelek saziyan, xizmên Altûn, bi sedan kes tevlî bûn. Li salona bîranînê wêneyên Altûn û Kaytan hatin daliqandin.
Di şexsê Altûn û Kaytan de ji bo bîranîna şehîdên Meha Gulanê deqeyek rêz hate girtin. Piştre Hevserokên Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê axaftin hate kirin. Hevserokan anîn ziman ku bersiva herî mezin a ji şehadeeta Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn re bê dayin, xwedîderketina li mîrateya wan e û gotin, "Ji hevrêyên herî hêja yên Serok Apo hevrê Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan bûn nefer û ruhê têkoşîna şoreşgerî ya 52 salan. Wezîfeyên mezin ji me hemûyan re hiştin. Xwedîderketina li mîrateya wan serxistina têkoşîna wan e."
Di bîranînê de sînevîzyonek li ser jiyana Altûn û Kaytan hate nîşandan. Ji xizmên Riza Altûn ên li Londonê dimînin Xidir Altûn jî gel silav kir û soza xwedîderketina li bîranîna wan da.
Piştre nûnerên MLKP, Partîzan û MKP Brîtanyayê axivîn, anîn ziman ku Altûn û Kaytan nirxên mezin tevlî têkoşîna şoreşgerî kirin û mîrateyeke mezin a ji hemû rêxistinên şoreşger re hiştine.
Di bîranînê de helbestên li ser Altûn û Kaytan hatin xwendin û siyasetmedar Sefkan Kobanê û Alî Poyraz axivîn.
Bîranîna ku tim û tim dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" lê hate qîrîn bi helbesta ji dengê Alî Haydar Kaytan bi dawî bû.