Rapora sala 2016’an a saziya îstîhbarata navxweyî ya Elmanyayê îro di civîna çapemeniyê de ji raya giştî re hat daxuyandin.
‘PKK HÊZA XWE DIPARÊZE’
Rapora îsal ji 330 rûpelan pêk tê û ji bo Kurd û PKK’ê 30 rûpel hatiye veqetandin. Ji bo PKK’ê hat gotin ku, “Di nav rêxistinên biyanî yên radîkal ên Elmanyayê de ya herî xurt” e. Di raporê de hat diyarkirin ku PKK’ê hêza xwe parastiye û “hejmara endamên potansiyel” nêzî 14 hezaran e.
Di raporê de hat destnîşankirin ku “PKK li hemberî bûyeran girseya xwe pir zû dixe nav tevgerê.”
‘PKK JI BO NASNAME Û YA ÇANDÎ YA KURDAN TÊDIKOŞE’
Di raporê de kurteya dozên siyasetmedarên Kurd jî cihê xwe girt û di vê raporê de îstîhbarata Elman ji bo PKK’ê negot “rêxistina terorîst”. Di raporê de armancên PKK’ê yên li Elmanyayê wisa hatin diyarkirin:
“Girseya xwe li gorî pêşketinên li herêmên Kurdan bihistyar bike. Girseya xwe li hemberî pêkutiya hikumeta Tirk û tenduristiya serokê PKK’ê Ocalan bihistyar bike.”
RAPORÊ GABRÎEL DEREWÎN DERXIST!
Di raporê de çavkaniyên maddî yên PKK’ê wisa hatin diyarkirin, “PKK li hemû Ewrûpayê li Elmanyayê jî bi kampanyayên bexşê, mehaneyên endaman, firotina weşanan pereyan kom dike.”
Li gorî îstîhbarata Elman PKK pereyan li Ewrûpayê ji “amûrên propagandayê” bi kar tîne û yên mayîn jî ji bo têkoşîna li Tirkiye, Sûriye û Iraqê bi kar tîne. Di raporê de hat diyarkirin ku pereyê tê komkirin ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ’ê tê xerckirin.
Vê raporê di heman demê de îddîayên Wezîrê Karê Derve Sîgmar Gabrîel yên têkildarî PKK’ê jî derewîn derxist. Meha borî Gabrîel li Berlîn û Enqereyê gotibû ku “PKK li ba me ji ber ku bazirganiya tiryak û çekan dike, rêxistineke qedexebûyî ye.”
PKK ji sala 1993’yan û vir ve li Elmanyayê rêxistineke qedexe ye. Piştî vê dîrokê li ser navê PKK’ê tu çalakî nayên kirin lê îstîhbarata Elman, xebatên saziyên Kurdan jî dike yên PKK’ê.