ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Swêdê, li sê navendan çalakiya kon a azadiya Ocalan hate lidarxistin
Li 3 navendên cuda yên Swêdê, li Stockholm, Goteborg û Orebroyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, aktivîteyên kon hatin lidarxistin. -
Ebadî: Dewleta sixte ya DAIŞ’ê rûxiya
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku bi kontrolkirina Mizgefta El Nûrî ya li Mûsilê re dewleta sixte ya DAIŞ'ê rûxiya. -
Meşa Edaletê di roja 15’emîn de ye
Meşa Edaletê di roja 15’emîn de xwe gihand navçeya Hendek a Sakarya yê. -
Tê payîn ku rizgarbûna Mûsûlê were îlankirin
Tê payîn were îlankirin ku Mûsûl bi temamî ji DAIŞ’ê hatiye paqijkirin. Hat ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Ebadî wê daxuyaniyê bide. -
Parlementoya Ewropayê bang li YE kir: Li Tirkiyeyê demokrasî tune
Li Parlementoya Ewropayê li ser pêkutiyên li ser çapemeniyê yên li Tirkiyeyê konferansek hate lidarxistin. -
Di derbarê 7 rojnamevanan de îdîaname hate amadekirin
Li Stenbolê di derbarê rojnamevanên 3 ji wan girtî yên serdegirtina 25’ê Kanûnê de hatibûn binçavkirin, îdîaname hate amadekirin. -
Piştî Hîtler, qedexeya duyemîn li Erdogan hate danîn!
Elmanya, ji bo xwe ji şovên siyasî yên Erdogan rizgar bike, qanûneke ku mîtîngan li lîderên biyanî qedexe dike, derdixîne. Bi vî rengî, cara yekemîn e ku Elmanyayê pitşî Hîtler li hemberî lîderekî siyasî qanûnekê derdixîne. -
HDP: Em ê Orhan Dogan ji bîr nekin
HDP di salvegera 10. a wefatê de Orhan Dogan bi bîr anî. HDP'ê diyar kir ku ew ê Dogan ku serê xwe berjêr nekirî û tim peyva aştiyê li ser zimanê wî bû, ji bîr nekin. -
Tirkiye li plana xwe ya dagirkeriyê mikur hat
Alîkarê Serokwezîrê Tirk Kaynak mikur hat, ku ji bo dagirkirina Efrînê wan li hev kirine. Kaynak got, "Wê pêwîstî pê hebe ku herêma Efrînê ji terorê, ji terorîstan bê paqijkirin." -
Swêdê ji ber girtina şervanên YPG'ê, PDK şermezar kir
21 komele û saziyên Kurd ên li bajarên cuda yên Swêdê ne, ji ber girtina 4 şervanên YPG'ê ku 2 jê Swêdî ne, rêveberiya PDK'ê şermezar kirin û xwestin, endamên YPG'ê tavilê bên berdan. -
Dijminên duh, dostên îro
Di dîroka kurdan de gelek caran dagirkerên Kurdistanê, tevî nakokî û pirsgrêkên di nava wan de ji bo şerê li dijî kurdan li hev kirin e û ketine nava koordîneyekê. Ango ev konsepta şer jî xeleka ji zincîra şerê dagirkeran li ser Kurdan e. -
Piyonê Erdogan wê li Fransayê bibe serekê 'Îslam'ê
Serokê Komîteya Koordînasyona Tirkên Misilman ên li Fransayê Ahmet Ograş, ku ev komîte ji aliyê rêxistina ajan a Erdogan DÎTÎB'ê ve li Fransayê hatiye avakirin, wê bibe serekê Konseya Îslamê ya Fransayê. -
Di nava 2 salan de MÎT'ê 5 lîste da Elmanyayê
Derket holê, rejîma Erdogan, ji sala 2015'an û pê ve bi giştî 5 lîsteyê MÎT'ê daye Elmanyayê. Têkildarî kesên li Elmanyayê dijîn û navê wan di nava van lîsteyan de hene, dewleta Tirk alîkariyê ji rayedarên Elman xwest. -
Kedkarên ku bi BHQ’ê ji kar hatibûn derxistin, Sêwas ji bîr nekirin
Endamên Platforma Şaxên KESK’ê yên Stenbolê yên ku 19 hefte ne li Kadikoy Alti Yolê li hemberî BHQ’ê li ber xwe didin, di salvegera 24’emîn a Qetlîama Sêwasê de, 35 canên jiyana xwe ji dest dabûn, bibîr anîn. -
HDP’ê gazî DMME’yê kir: Hiqûqa navxweyî qediya, têkeve dewrê!
Heyeta HDP’ê li pêşiya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê daxuyanî da. Berdevkê partiyê Baydemîr got:“Heta ku hevserok, parlementerên me azad bibin em ê meşa xwe ya edalet û wekhevî û azadiyê bidomînin.” -
Pêkhateyên HDP’ê: Em ê xwedî li Sûrê derkevin
Pêkhateyên HDP’ê, têkildarî hilweşandina Sûrê civîneke çapemeniyê li dar xistin. -
Erdogan 'destûr' xwest, Gul jî jê re bû 'derewker'
Erdogan, ku ji ber dijminatiya xwe ya li Kurdan çûye ber deriyê Rûsyayê, ji bo dagirkirina Rojava, destûr xwest. Selefiyê Erdogan Gul jî jê re bû 'derewker'. -
Girtiyên sirgûnî Denîzliyê kirin, li hucreyên şexsekî tên girtin
14 girtiyên beriya niha bi 10 rojan ji Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê hatin kirin, li hucreyên şexsekî tên girtin. -
'Çeteyên DAIŞ’ê li Mûsilê li ber zikratê ne'
Li herêma Mûsila Berê çeteyên DAIŞ’ê li qadeke bi berfirehiya 2 kîlometreyî hatine asêkirin. Berpirsê YNK’ê yê Mûsilê Xeyas Sûrçî got, "DAIŞ li Mûsilê li ber zikratê ye." -
Li Saarbruckenê ji bo Ocalan kon hate danîn
Li Saarbruckenê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan konê agahkirinê hate danîn. -
Zîlan li Goteborgê hate bibîranîn
Zeynep Kinaci (Zîlan), ku di sala 1996'an de li Dersimê çalakiya canbexşane pêk anî, li bajarê Goteborg ê Swêdê hate bibîranîn. -
Meşa Edaletê didome: 200 km ma ji Stenbolê re
Meşa Edaletê ligel provakasyonan didome. Ji Stenbolê re 200 km ma. -
Sekreterê KE’yê: DMME ji bo rojnamevanan di nava hewldanan de ye
Sekreterê Giştî yê KE'’yê Jagland ê bersiva pirsên Parlemetera HDP’ ê Kerestecîoglû da, bal kişand ser girtiyan û got: “Parlemeter û rojnamevan ji bo Konseya Ewropayê komên girîng in.” -
Ligel ku asteng kirin jî HDP çû serdana girtîgehan
Parlementerên HDP’ê ligel astengiyan jî çûn serdana girtîgehan. Parlementeran li ber girtîgehan daxuyanî dan û peyama “em ê bi ser bikevin” dan. -
Meşa Edaletê berfireh dibe: Malbatên Geziyê ji tevlî bûn
Malbatên Geziyê ku tevlî Meşa Edaletê bûyîn bang li her kesê kir ku derbikevin kolanan û diyarkirin ku pêwîste meş heta Edirne û bajarên Kurdan dirêj bibe.