Baydemîr: Li ser HDP’ê rewşa awarte tê pêkanîn!
Berdevkê HDP’ê Baydemîr, beriya rûniştina doza Yuksekdag daxuyanî da.
Berdevkê HDP’ê Baydemîr, beriya rûniştina doza Yuksekdag daxuyanî da.
Baydemîr bal kişand ser vî tiştî ku li ser partiya wan rewşa awarte tê pêk anîne û got, “Enqere ji aliyê Walîtiya Enqereyê û Wezareta Karê Hundir ve ketiye bin ablûqayê. Ev ablûqa ya faşîzmê ye.”
Berdevkê Partiyê yê HDP’ê Osman Baydemîr beriya rûniştina doza Fîgen Yuksekdag a girtî li pêşiya Navenda Giştî ya HDP’ê daxuyanî da. Baydemîr beriya daxuyaniyê bal kişand ser bêhiqûqiyên li ser partiya wan û got:
“Ji darbeya 4’ê Mijdarê heta îro 244 roj derbas bûn. 244 roj in hiqûq û edalet hatiye sekinandin. Piştî 244 rojan wê cara pêşîn Fîgen Yuksekdag derkeve pêşberî dadgehê. Lê beriya ku em têkevin eywana rûniştinê, ji duh û vir ve bêedaletî û bêhiqûqiyeke mezin heye.”
‘ŞERTÊN REWŞA AWARTE LI SER HDP’Ê FERZ DIKIN’
Duh daxuyaniya me ya li pêşiya Girtîgeha Kandirayê bi fermanekê hate astengkirin. Bêyî ku belgeyek hebe nehiştin ku heyeta me li pêşiya Girtîgeha Kandirayê daxuyaniyê bidin, daxuyanî hate qedexekirin. Li ser HDP’ê Rewşa awarte tê ferzkirin.
Otobusên parêzeran ên ku dihatin rûniştina Yuksekdag hatin girêdan. Ceza li wesayîtên parêzeran hate birrîn. Nehiştin rêveberên rêxistinên me yên bajêr û navçeyan ên Konyayê têkevin Enqereyê. Yên Antalyayê jî heman tişt pêk hat. Heyeta ku ji Amedê hatibû bi talîmata Walîtiya Enqereyê derxistin derveyî bajêr.
‘HÛN Ê BIBIN BERPIRSYAR!’
Daxuyaniya parêzeran a li ber Dadgeha Destûra Bingehîn hate qedexekirin. Roja ku wê rûniştina Fîgen Yuksekdag pêk were Enqere ji aliyê Walîtî û Wezareta Karê Hundir ketiye bin ablûqayê. Ev ablûqaya faşîzmê ye. Em bangî Wezîrê Edaletê û Wezîrê Karê Hundir dikin. Ev bêhiquqî wê rojekê were ber we jî. Heke xisarek bigihêje kesên ku têketina wan a Enqereyê hatiye qedexekirin, berpirsyarê vî tiştî hûn in.”
Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr got, “Em vê bêhiqûqiyê protesto dikin. Kesên ku Enqere îro xistine vî halî talîmat ji cihên ‘bilind’ stendine. Ev talîmata bêhiqûqî û faşîzmê ye.”