Îdîanameya 6 rojnamevanan hate qebûlkirin

Îdîanameya ku di derbarê 6 rojnamevanan de ku Gerînendeyê Nûçeyan a Ajansa DÎHA’yê Çelîk jî di nav de ye, ji ber maîlên Berat Albayrak kiribûn nûçe ku 191 roj in girtî, hate erêkirin.

Ji ber ku e-postayên Wezîrê Enerjî û Çavkaniya Xwezayî Berat Albayrak kiribûn nûçe, îdîanameya têkildarî Gerînendeyê Nûçeyan ê DÎHA’yê Omer Çelîk û nûçegîhanê DÎHA’yê Metîn Yoksû, edîtorê kevn ê Dîkenê Tûnca Ogreten, Gerînendeya ETHA’yê Derya Okatan, Berpirsê Mûhasebeyê yê rojnameya BîrGunê Eray Sargin û Nûçegîhanê Tirkiyeyê yê rojnameya Alman Dîe Welt Denîz Yucel hate qebûlkirin.

Li gorî îdîanameya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi sûcên “propagandaya rêxistinê”, “windakirin û guherandina daneyên teknolojiyê” rojnamevan hatin sûcdarkirin. Dosyeya Denîz Yucel jî ji yên din hate veqetandin.

DELÎLÊN ROJNAMEVANIYÊ!

Dozger parvekirinên li ser twîtter, wêneyên li Rojava yên ji bo nûçeyan kir delîl. Di delîlan de parvekirinên li ser twîtterê yên nûçeyên Sûr, Cizîr û Kurdistanê jî bûn dokumanterên sûcdarkirina Gerînendeyê DÎHA’yê yê kevn Omer Çelîk.

Dozger Gerînendeya ETHA’yê Derya Okatan jî xebata wê ya di ETHA’yê de sûc qebûl kir û parvekirinên li ser twîtterê yên Okatan jî bi hinceta “propagandaya MLKP”ê sûc qebûl kir.

Nûçegîhanê DÎHA’yê Metîn Yoksû jî hemû parvekirinên wî yên li ser twîtterê sûc hate qebûlkirin û peyva “gerîla” jî bû hinceta propagandaya DHKP-C û PKK/KCK’ê.

Dozger parvekirina nûçeya li ser twîttera Eray Sargin jî sûc qebûl kir. Nûçeya li ser Cizîrê ya ku nêzî sed sîvîl hatibûn qetikirin jî bû delîla sûc.

Berpirsê Mûhasebeya rojnameya Bîrgunê Mahîr Kanaat jî ji ber ku fezlekeya li ser operasyona 17/25 Kanûna 2013’an li mala wî hatiye dîtin, ev fezleke bû hinceta sûcdarkirinê.

Dozger hevdîtinên Tûnca Ogreten ê ku edîtorê Dîkenê bû yên bi destgirtî û hevalên wî jî di dosyeyê de delîl qebûl kir.