ROJANE
Hemû Nûçe
-
Serokê Şûbeya ÎHD'ê: Dixwazin Dersimê vala bikin
Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Dersimê Gurmuz Solmaz diyar kir ku di serdema herî giran a binpêkirina mafê mirovan de derbas dibin û got, ji ber qedexekirina herêman, Dersim veguherandine girtîgeha vekirî. -
Festîvala Zîlan bi semînera ‘Xweparastinê’ dest pê kir
Festîvala Jinê ya Zîlan bi semînerên ‘’Zayendîtiya Civakî’ û ‘Xweparastinê’ dest pê kir. -
Halîm Dener li cihê ku hatî kuştin hate bibîranîn
Halîm Dener 30’ê Hezîrana 1994’an dema ku li Hannover a Elmanyayê dema ku afîşa ERNK’ê didaliqand ji hêla polîsên Elman ve hatibû kuştin. Halîm di salvegera 23’an de bi meş û mîtîngekê hate bibîranîn. -
'Me Sêwas ji bîrnekirye û em jibîrnakin'
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî 24'min salvegera Qetlîma Sêwasê de daxuyaniyekî nivîskî weşand û 33 kesên ku jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anî. -
Li Amsterdamê ji bo Yuksekdag çalakî hat lidarxistin
Li paytexta Hollanda Amsterdamê ji bo Hevseroka HDP'ê a girtî Fîgen Yuksekdag çalakiya piştgiriyê hat lidarxistin. -
Li Girtîgeha Bandirma êşkenceyê li girtiyan dikin
Bîrsen Guven ku ji bo hevdîtina birayê xwe çû Girtîgeha Bandirma a Bi Tîpa T’yê , got gardiyan êşkenceyê li girtiyan dikin. -
Rêveberê AKP'ê hate kuştin
Alîkarê Serokê Navçeya AKP’ê yê Licê yê Amedê Orhan Mercan şevê din hat kuştin. -
Li welatên Rojavayî piraniya kujeran sûcdarên berê yên krîmînal in
Tespîta wê hate kirin piraniya çeteyên DAIŞ’ê yên ku li welatên Rojava êrîş pêk anîne xwedî qeydên krîmînal in. -
Dîe Zeît: Kes hesabê saziyên Erdogan nake
Di rojnameya Dîe Zeît de, di şîroveyekê de hate gotin Serokkomarê Tirk Erdogan li Elmanyayê jî dubendiyê dike û êdî ‘ti lobiya Tirkiyê nemaye’. -
Li Elmanyayê li dijî Erdogan afîşên ‘’şiyar bin’’
Heftiya pêş me Serokkomarê Tirk Erdogan ji bo civîna G-20’ê wê were Elmanyayê, li Elmanyayê afîşên bi navê ‘’şiyar bibin’’ hatin daliqandin. -
DMME’yê ji bo wekîlên girtî yên HDP’ê ji Tirkiyeyê daxwaza parastinê kir
DMME’yê, serlêdana 17’ê Gulana 2017’an a ji bo Hevserokên Giştî yên HDP’ê Salahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û welîlên din ên girtî, nirxand. DMME’yê ji bo 12 parlementerên HDP’ê yên ku 10 jê girtîne ji Tirkiyeyê daxwaza parastinê kir. -
Li Awûstralyayê li ser Rojava civîn û konferans
Li Awûstralyayê ji bo balê bikêşin li ser federasyona demokratîk a li Sûriyeyê, beriya konferansa pêkwere civîna gel hat lidarxistin. -
Elmanya bi lez û bez ‘Destûra Erdogan’ derxist!
Elmanya, îro ji bo xwe ji şovên siyasî yên Erdogan xilas bike, destûra qedexekirina mîtîngan a lîderên biyanî bi lez bû bez derxist. -
Zîlan li Erîvanê hate bîranîn
Zeynep Kinaci (Zîlan) di salvegera 21. a çalakiya xwe ya canbexşane de li paytexta Ermenîstan Erîvanê hate bîranîn. -
Karayilan: Êrîşa li dijî Efrînê wê dawî li AKP-MHP'ê bîne!
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan destnîşan kir, êrîşeke gengaz a dewleta Tirk a li hemberî Efrînê wê bibe destpêka bidawîbûna AKP-MHP'ê. -
Karayilan: Artêşa Tirk li pêşberî gerîla binketî ye
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan, rojev ji radyoya Dengê Kurdistanê re nirxand. -
Kujerê Apê Mûsa hate berdan
Kujerê Mûsa Anter (Apê Mûsa) Hamît Yildirim hate berdan. -
Li Fransa û Elmanyayê çalakiyên ji bo Ocalan
Li Fransa û Elmanyayê, çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, dewam dikin. -
5 Êzidî li Mûsilê hatin rizgarkirin
Fermandarê Polîsê Federal ê Iraqê Şakir Cewdet ragihand, li taxa Şîfa ya Mûsilê 30 sivîl ji aliyê hêzên Iraqê ve hatine rizgarkirin û 5 ji van Êzidî ne. -
Li Îzmîr û Wanê bi dehan kes hatin binçavkirin
Li Wan û Îzmîrê, polîsên Tirk avêtin ser malan û 45 kes kirin bin çavan. -
Erdogan dijminatiya li hember Kurdan sor dike
Heger mudaxeleyî Rojava bike wê encameke çawa bidest bixe? mîna Tayyip Erdogan dixwaze, nabe. Ew der wê ji bo Tirkiyeyê bibe çiravek. Divê Kurd hedefên bêoxir ên desthilatdariya AKP’ê bibînin û ji niha ve li dij AKP’ê helwesta xwe nîşan bidin. -
Fermandarê YPG'ê Sîpan Hemo: Wê nikaribin Efrînê dagir bikin
Fermandarê YPG'ê Sîpan Hemo diyar kir ku ew ê ti carî dagirkeriya Tirk qebûl nekin û wiha got: "Efrîn wê neyê dagirkirin, berevajî em ê xeta di navbera Ezaz û Cerablûsê de azad bikin." -
Li Wanê, AKP'ê payeya endamê xwe yê gendelî dikir bilind kir
Endamê Meclîsa Şaredariya Tûşbayê Suleyman Can ê ku gelek caran bi îdîayên gendeliyê kete rojevê, li Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê weke karmendekî payebilind hate tayinkirin. -
Halîm Dener wê li cihê lê hate kuştin bê bîranîn
Ciwanê Kurd Halîm Dener, ku di 30'ê Hezîrana 1994'an de li bajarê Hannover ê Elmanyayê dema afîşa ERNK'ê dadiliqand ji aliyê polîs ve hate kuştin, wê di salvegera 23'an de bê bîranîn. -
Çalakgerên vê hefteyê yên nobeda azadiyê, jinên ji KJAR'ê ne
Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ku ev 5 sal in ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin, vê hefteyê ji aliyê jinên ji Rojhilatê Kurdistanê ve tê lidarxistin.