ROJANE
Hemû Nûçe
-
Tu kujer e, em naxwazin te bibînin!
Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, wê ji bo civîna bilind a G-20'an bê Hambûrgê. NAV-DEM jî amadekariyan dike ku bi dirûşma "Tu kujer e, em naxwazin te li vir bibînin" çalakiya protestoyî lidar bixe û banga tevlîbûnê li her kesî kir. -
'Em ê nehêlin ku mal û milkên me bên desteserkirin'
Hikumeta AKP'ê dêr, keşîşxane, goristan û erdên Suryaniyan radestî Serokatiya Karên Diyanetê kir. Nerazîbûna li vê yekê zêde dibe. -
Swîsre bi rêjeyeke bilind çekan difiroşe Tirkiyeyê
Swîsreyê di navbera salên 2005-2014'an de, herî zêde çek firotiye Tirkiyeyê. Hikumet, tevî şertê kontrolê yê Destûra Bingehîn a Federal, raporên NY û nreazîbûnan jî, çekan difiroşe dewleta Tirk a li dijî Kurdan şer dike. -
Li Awûstûryayê 2'emîn Festîvala Çanda Kurd hat lidarxistin
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi tevlîbûna gelek kesan 2'emîn Festîvala Çanda Kurd hat lidarxistin. -
‘Şerê avê’ yê di navbera Îran, Başûrê Kurdistanê û Iraqê de
Di navbera Îran, Başûrê Kurdistanê û Iraqê de ‘şerê avê’ heye. Piştî ku Îranê av ji ser Başûr qut kir, Rêveberiya Baûr jî diyar kir ku ew ê avê ji ser Iraqê qut bike. -
33 can li ber Madimakê hatin bibîranîn
Bi hezaran kes ji bo bibîranîna 33 kesên ku 2’yê Tîrmeha 1993’an di Komkujiya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr bînin û komkujiyê şermezar bikin li ber Otêla Madimakê civiyan. -
Li Mûsilê mizgefteke din jî ji DAIŞ'ê hate rizgarkirin
Artêşa Iraqê li herêma Mûsila Berê mizgefta Bilalî Hebeş ji dest çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir. -
Zeynep Kinaci li Rûsyayê hate bîranîn
Gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci, di salvegera 21. a çalakiya xwe ya fedayî de li bajarên Moskowa û Tambov ên Rûsyayê hate bîranîn. -
HDP: Em komkujiya Sêwasê ji bîr nakin
HDP'ê bi wesîleya salvegera komkujiya Sêwasê ya 2'ê Tebaxa 1993'an daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Vê rûreşiyê birînek di hiş û mejiyê me de vekir ku nayê pêçandin." -
Li Şamê êrîşên bombeyî
Li paytexta Sûriye Şamê, li 3 cihên cuda êrîşên bombeyî hatin kirin. -
Cangoriyên azadiyê li Bonn û Lûzernê hatin bîranîn
Li bajarê Bonn ê Elmanyayê û li bajarê Lûzern ê Swîsreyê, Zeynep Kinaci û şervanên li Reqayê şehîd bûn hatin bîranîn. -
Ji bo azadiya Ocalan li 3 bajarên Swêdê çalakî hatin lidarxistin
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarên Stockholm, Goteborg û Orebro yên Swêdê xwepêşandan hatin lidarxistin. -
Li Toûloûse civîna gel, li Rochefortê konê agahdarkirinê
Li bajarê Toûloûse yê li Başûrê Fransayê civîneke gel hate lidarxisitn. Li bajarê Rochefort ê li Rojavayê Fransayê jî, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan konê agahdarkirinê hate vedan. -
HDK Ewropayê komkujiya Sêwasê şermezar kir
HDK Ewropayê, rewşenbîrên di sala 1993'an de li Sêwasê hatin kuştin bibîr anî û qetlîamker careke din şermezar kir. -
'Elewî wê li dijî faşîzmê dakevin qadan'
Serokê Komeleya Elewiyan a Demokratîk Şaxê Stenbolê Îmam Balsever destnîşan kir, ku Elewî wê li dijî faşîzmê dakevin meydanê û got, "Pêwîste Elewî xwe ji bo xweparastinê amade bikin." -
Ne tenê Madimak, êdî her der dişewite
Di ser Komkujiya Madimakê re 24 sal derbas bûn. Tevî ku di nava 24 salan de gelek hikumet guherîn jî, zîhniyet hînê mîna berê ye. -
Li Cizîrê kesek bi derbkirinê hate binçavkirin
Li Cizîrê piştî şerê di navbera kesên nayên naskirin û polîsan qewimî û şûn de, kesek derb kirin û kirin binçavan. -
Erdogan li Elmanyayê wê xwe bi xwe biaxive!
Erdogan ê ku li Elmanya lidarxistina mîtîngan lê hatî qedexekirin, wê ji neçarî li Konsolosxaneya Tirk baxive. -
Li Parîsê bîranîna ‘Sêwasê’: Qetlîam didomin; berxwedanê geş biki
Li Parîsê kesên ku di Qetlîama Sêwasê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bîranîn, diyar kirin ku qetlîam hê didomin û divê li dijî vê berxwedan bê xurtkirin. -
Ji bo windayên li Amed û Îzmîrê lêgerîna edaletê
Li Amed û Îzmîrê xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li edaletê geriyan.Di çalakiyan de li aqûbeta Hasan Gulunay û Ahmet Ustun hate pirsîn. -
HDP: Wê şerê plana Efrînê mezintir bibe; divê her kes li dijî wê derkeve
HDP’ê diyar kir ji ber ku dewleta Tirk ji serkeftina Rojava aciz e plana dagirkirina Efrînê dike û wê ev tişt bi kêrî DAIŞ’ê were. -
Li Amedê qirkirina siyasî: 15 kes hatin binçavkirin
Piştî ku şevê dî Alîkarê Serokê Navçeya AKP’ê ya Licêyê Orhan Mercan hate kuştin, 12 kes hatin binçavkirin. -
Li Swîsre û Elmanya bernameya bîranînê
Li Swîsre, Fransa û Elmanyayê Kurdistanî Zîlan (Zeynep Kinaci) û şervanên azadiyê yên ku di vê dema dawî de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn. -
Wekîlên HDP’ê: Wesayitên zirxî bi navê qezayê dikujin!
Wekîlên HDP’ê têkildarî terora wesayitên zirxî yên li Kurdistanê gotin ev ne qeza ye lê kuştin e. Wekîl Yildirim û Pîr gotin hikûmeta ji bo ku Kurdan bikin hedef ‘çeka vekirî’ dane polîs û leşkeran. -
Dayikên Şemiyê: Em ji bo hemû kesî edaletê dixwazin
Dayikên Şemiyê di hefteya 640'an de aqûbeta Huseyîn Ertaş ê di 8'ê Tîrmeha 1995'an de di binçavan de hat windakirin pirsîn. Dayikan xwest biryara bê cezabûnê ya li ser dosyayê bi dawî bibe. Dayikan peyama 'Em ji bo hemû kesê edaletê diwazin' da.