Di pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de, heyeta ku xwest ji bo Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li ber Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê daxuyaniyê bidin, leşkeran ew asteng kirin. Hevseroka HDP'ê Serpîl Kemalbay li Tesîsên Bêhnstandinê yên Mînîkoşkê ya li ser rêya Kandirayê, bi daxuyaniyekî helwesta leşkeran şermezar kir.
Kemalbay diyar kir ku ew di rê de hatine rawestandin û wan tu daxuyanî neda ye û wiha got: "Hêzên çekdar ên dewletê, TOMA'yên wan em asteng kirin. Recep Tayyîp Erdogan di serî de, di TRT'ê de, di hemû saziyên weşanê de daxuyaniyan dide. Lê HDP'ya ku partiya 3'yemîn a Meclisê ye, destûrê nadin daxuyaniyekê jî bide. Di bin navê Rewşa Awarte de hemû mafên demokratîk tên astengkirin û em vê yekê bi hev re dibînin."
Kemalbay piştrast kir ku wê piştî 242 rojan, sibê doza Yuksekdag pêk bê û destnîşan kir ku Yuksekdag vîna gel û jina ne û wiha pêde çû: "Tişta tê kirin, destaserkirina vîna gel e. Di lîteratora siyasetê de navê vê darbe û zordestî ye. Bi taybetî em bang li jinan dikin ku tev li doza Yuksekdag bin."
Kemalbay diyar kir ku wê îro şûn de jî têkoşîna xwe berdwam bikin û ev tişt got: "Em ê bi serbilindî têkoşîna xwe berdewam bikin."
Piştî daxuyaniyê, Kemalbay û heyeta pê re ji bo tev li Meşa Edaletê bibin, ketin ser rêya Kandirayê.